Di tura duyem de opozîsyon dê biser bikeve

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Prof. Dr. Fuat Keyman jî amaje dike heger hilbijartin bimînin tura dûyem opozîsyon dê serbikeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol  

Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de akademîsyen û rojnamegerên Tirkiyê jî proseya hilbijartinê bi baldarî dişopînin. Piraniya akademîsyen û çavdêrên siyasî jî baldikişînin ser rewşa HDPê û dibêjin encama hilbijartina bi serketina HDPê ve girêdayî ye. Herwiha akademîsyen û şîrovekarê siyasî Prof. Dr. Fuat Keyman jî amaje dike heger hilbijartin bimînin tura dûyem opozîsyon dê serbikeve. Û li gor parlamenterê HDPê Garo Paylan jî êdî dawî li deshilata AKPê hatiye.

Beriya hilbijartinên 24ê Hezîranê li Tirkiyê gelek akademîsyen û rojnameger lêkolînan dikin. Prof. Dr. Fuat Keymanê ku li Tirkiyê di warê şîroveyên siyasî de wekî yek ji otorîteyên girîng tê zanîn bo Kurdistan24ê tifaqên vê hilbijartinê nirxand û amaje kir: îhtîmale ku dengên tifaqa AKPê û MHPê kêm bibin.

Akademîsyen Fuat Keyman da zanîn; heger serokomar Tayyîp Erdogan şûna pergala serokatiyê pergala parlamenteriyê berdewam bikira wê hê demeke dirêj wekî deshilatdar dewlet rêvebibira lê ji ber biryara serokatiyê partiya xwe xistiye tengasiyekê. Herwiha Keyman diyarkir; heger hilbijartin bimînin tûra duyem destê opozîsyonê dê bi hêz bibe û dê serbikeve herwiha HDPe jî di vê hilbijartinê de wê roleke gelekî girîng bilîze.

Fuat Keyman ji K24ê re got: "Vegera bo sîstema parlamenteriyê nayê wê wateyê ku tifaqa Milletê dê di hilbijartinan de serbikeve. Ji ber ku di tifafqa Milletê de 3 partî hene û esas diyarkerê encamên hilbijartinê HDP ye. Heger HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe kursiyên AKPê yên di parlamentoyê de dê kêm bibin. Wek mînak li Diyarbekirê 13 parlamenter hene û heger HDP ji bendê derbas bibe dê 12 parlamenteran derbixe. Lê heger derbas nebe hemû parlamenter dê bimînin ji AKPê re. Di vê hilbijartinê de kilîl HDP ye. Heger birêz Erdogan sîstema serokatiyê ne xistiba rojevê wê hê demeke dirêj an bi serê xwe an jî bi koalîsyoneke bi hêz dewlet rêve bibira. Ez wisa difikirim ku heger hilbijartin bimîne tura dûyem bi îhtîmaleke mezin opozîsyon dê serbikeve."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ku di van hilbijartinan de ji aliyê hemû partiyan ve wekî diyarkera encamên hilbijartinan tê zanîn li ser xebatên xwe berdewamin.

Parlamenterê HDPê Garo Paylan jî balkişand ser kiryarên AKPê û got; deshilata AKPê ya ku ev 16 sale didome dê bi van hilbijartinan têk biçe û sîstema takekesî jî dê bi vê hilbijartinê bi dawî bibe.

Garo Paylan dibêje: "Heger em di hilbijartinan de bi serketin xebata me ya pêşî dê rakirina rewşa awarte û başkirina aboriyê be. Di deshilatdariya HDPê de Tirkiyê dê bibe welateke ewle. Di maweya deshilatdariya AKPê de gelê li Tirkiyê hemû deyndar bûn. Kes veberhênanê li vir nake êdî. Em wekî AKPê li herêmê bi benzînê naçin ser agir. Em dê vê agirî vemirînin."

Digel van şîroveyan mijara ku henû alî li ser tên ba hev ew e piştî hilbijartinan kîjan partî ser bikeve bila bike neçare ku pêwendiyên xwe digel Kurdan baş bigirin û herwiha tê gotin pêwendiyên di navbera Kurdistan û Tirkiyê de jî dê ji berê hê çêtir bibin.