Îlham Ehmed: Efrînê rê li ber perçebûna Sûriyê girt, pêwîst e jî artêş wê biparêze

Heseroka Encûmana Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed radigihîne, Efrîn 7 sal in li hember perçekirina Sûriyê di têkoşînê de bûn, normal e artêşa Sûriyê bi erkê xwe rabe û Efrînê biparêze.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Heseroka Encûmana Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed radigihîne, Efrîn 7 sal in li hember perçekirina Sûriyê di têkoşînê de bûn, normal e artêşa Sûriyê bi erkê xwe rabe û Efrînê biparêze.

Heseroka ESDê Îlham Ehmed li ser rêkeftina çaverêkirî ya derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarê Efrînê re ji K24ê re got: “Efrîn axa Sûriyê ye û pêwîstiya wê bi parastinê heye, normal e li hember firokeyên Tirkiyê sîstema berevaniyê ya Sûriyê bê bikaranîn.”

Îlham Ehmed diyar kir jî, heta niha artêşa Sûriyê bi erkê xwe ranebûye, ji ber ku hikûmeta Sûriyê dizane ku artêşa Tirkiyê têkeve Efrînê, dê rewşeke xirab çê bibe.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê meha bûrî ve, çend roj in jî danûstandin di navbera YPG û artêşa Sûriyê ji bo derbasbûna artêşê ji Efrînê û parastina sînorê Efrînê hene.

Heseroka ESDê tekez kir, danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê berdewam in û ew bibawer in dê encamek jê biderkeve.

Îlham Ehmed got jî: “Efrînê karî di heft salên bûrî de xwe birêve bibe û 400 hezar koçber jî bihewîne û rê li ber perçekirina xaka Sûriyê rawestiyaye, tiştekî sirûştî ye artêşa Sûriyê Efrînê biparêze.”

Her di wê derbarê de, duh Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji K24ê re aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.