Welatiyên Qamişlo gazinan ji kêmbûna nan dikin

Nan keresteyeke sereke ye di jiyana xelkên Rojavayê Kurdistanê de, lê welatî gazinan dikin ku nan kêm e û cûreya ku tê çêkirin jî ne bas e. Berpirsên firneyan di Rêveberiya Xweser de jî tekez dikin, ku carcaran nan kêm dibe, lê negihiştiye asta ku bibe kirîzeke giştî.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Nan keresteyeke sereke ye di jiyana xelkên Rojavayê Kurdistanê de, lê welatî gazinan dikin ku nan kêm e û cûreya ku tê çêkirin jî ne bas e. Berpirsên firneyan di Rêveberiya Xweser de jî tekez dikin, ku carcaran nan kêm dibe, lê negihiştiye asta ku bibe kirîzeke giştî.

Yek ji keresteyên herî giring ku pêdiviya welatiyan Li Rojavayê Kurdistanê pê heye nane û bêyî nan sifreya xwarinê kêm dimîne. Tevlî ku herêmên Cizîra Rojavayê Kurdistanê zengîn in bi zeviyên genim, lê kirîza kêmbûna nan heye.
Welatiyên deverê gazinan ji nexweşbûna nan dikin û ji neçarî nanê buha ji firneyên taybet dikirin.

Berpirsên Firneyan di Rêveberiya Xweser de gazinên welatiyan berçav digrinû dibêjin, sedema krîza kêmbûn û nexweşbûna nan zêdeyî karînên wan e.
Ji aliyekî din ve berpirsên firnê tekez dikin ku ji heyama 40 salî ve alav û mekîneyên firnê nehatine nûkirin û parçeyên yedek jî nayêne peydakirin, loma carcaran hin mekîneyên wan têne rawestandin û di encamê de kirîza kêmbûna nan çêdibe.

Li bajarê Qamişlo 2 firneyên sereke hene, yek ji wan ji alî hêzên ewlehiya Rêjîmê ve birêve diçe û ya din jî ji alî Rêveberiya Xweser ve birêve diçe.
Firneya ku di bin kontrola Rêveberiyê de ye, rojane 27-28 ton ard dike nan û li gorî hijmara welatiyên bajêr û gundewarên li derdora wê nan têra xelkê nake, lê hejmarek firneyên taybet di van çend salan de hatine vekirin, hinekî alîkarî di çareseriya kirîza kêmbûna nan de kirin.