“Penaberên Kurd vedigerin, lê yên Ereb li Tirkiyê dimînin”

Li gorî daneyên lêkolîna ku ji aliyê Veqfa Mafên Penaberan ve hatiye amadekirin jı sedî 81 penaberên Sûriyeyê naxwazin vegerin welatê xwe.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Şerê Sûriyê yê navxweyî yê ku niha ber bi dawîbûnê ve diçe li pey xwe bi milyonan penaber hiştin û herî zêde penaberên Sûriyeyî berê xwe dane Tirkiyê. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê 3 milyon û 356 hezar penaberên Sûriyeyî hene û ji wan 492 hezar zarok in. Li konferansa ku Enqerê hate li darxistin de lêkolînên li ser van penaberan hetine kirin ji raya girşî re hatin parvekirin. Li gorî daneyên lêkolîna ku ji aliyê Veqfa Mafên Penaberan ve hatiye amadekirin jı sedî 81 penaberên Sûriyeyê naxwazin vegerin welatê xwe.

Bi boçûna Pispora lêkolînên Penaberan Başak Yavcan milyonek penaber li Tirkiyê dixebitin û nêzîkê 10 hezar kargeh ji xwe re vekirine û gorî welatên din li Tirkiyê rewşa wan baş e loma naxwazin vegerin welatê xwe.

Başak Yavcan ji K24ê re wiha axivî: “Di lêkolîna dawî de taybetî penaberên Kurd yên li Sûrıyê hatine em dkarin bibêjin ku temamî bi şûn de vegeriyan e. Lê ji sedî 81 penaberên sûnî yên Erep Tirkiyê hez dikin û naxwazin vegerin bi ser de ji sedî 65 van penaberan xwe êdî wek welatiyekî Tirkiyê dibînin. Di warê alikariyên Tenduristî û perwerdehiyê de jî dilxweş in loma naxwazin vegerin welatê xwe. Ev jî dide xuyakirin ku ji nîvê zêdetir penaberan dê li Tirkiyê bimînin."

Pisporên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku liv û tevgerên penaberiyê yên bingeha van Rojhilata Navîn e taybetî ji ber şer, aloziyên navxweyî û zextên siyasî pêk tên û ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran hewceye li herêmê aştî aramî û îstîqrara sîyasî pêk bê.

Endamê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê Gabrîel Vînas jî diyar kir dema ku pêşiya vê yekê neyê girtin Cîhan dê bi tevgerên nû yên peneberiyê re rû bir û bimîne

Gabrîel Vînas got: “Geşedanên li Iraq û Kendevê pêk tên rê li ber tevgerên nû yên penaberiyê vedike. Li ser tevahiya herêmê dê bandorê bike ev tevgera penaberiyê. Geşedanên li Iraq û Kendavê pêk tên hewceye ligel hêzên herêmê û Yekîtiya Ewropayê di nava hevkariyê de bên çareserkirin. Ne tenê li Sûriyê li Iraq û Kendvê jî hevceye hemû kes di nava hewkeriyê de be, nexwe dê liv û tevgerek mezin ya penaberiyê pêk bê."

Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê ji ber şerê Sûriyê yê navxweyî ji sala 2011an heta niha nêzîkê 5 milyon kes ji welatê xwe reviyan e û xwe spartine welatên din. Metirsiya vê yekê heye ku ji ber şeran û şerên navxweyî kêşeya penaberan ya ku di salên dawî de kêşeya cîhanê ya herî girîng tê dîtin mezintir bibe.