Derengmayîna baranê, ziyan gihandiye cotkarên Rojava

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û ji ber nebarîna baranê, ji neçarî cotkarên deverê û ji bîrên taybet dest bi avdana zeviyên xwe dikin. Cotkarên ku xwedî bîrên avê ne, dibêjin ku tevî wan dest bi avdana zeviyên xwe kirine, lê ew metirsîdar in eger baran nebare, mûsimê wan têk biçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê  û ji ber nebarîna baranê, ji neçarî cotkarên deverê û ji bîrên taybet dest bi avdana zeviyên xwe dikin. Cotkarên ku xwedî bîrên avê ne, dibêjin ku tevî wan dest bi avdana zeviyên xwe kirine, lê ew metirsîdar in eger baran nebare, mûsimê wan têk biçe.

Ji ber nebarîna baranê û metirsiya têkçûna mûsimê, cotkarên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji neçarî dest bi avdana zeviyên xwe dikin.

Cotkarên deverê dibêjin ku di salên bûrî de, di destpêka demsala buharê de, dest bi avdana zeviyên xwe dikin, lê nebarîna baranê ew neçar kirin ku avdanê bikin û ev jî dibe barekî giran li ser milê cotkaran û eger e keş û hewaya ziwa ziyanê li berhemên wan bike.

Cotkar Cîger Îsa ji K24ê re got: “Çile ber bi dawî ve diçe û ta niha baran nebariye, loma em neçar in avdanê bikin. Ta niha gelek mazot û zeyt hatine xerç kirin. Ji alîkî din ve eger ji niha ta 10 rojên din baran nebare, eger heye gelek cotkar zeviyên bejayî rakin.”

Di keş û hewayên asayî de, di demsala Payîzê de cotkar çandiniya xwe dikin, lê ji ber derengmayîna baranê hejmarek ji cotkaran çandiniya xwe dereng hiştin.

Piraniya zeviyên berfereh li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê genim, ceh û nîskin û rêjeyeke mezin ji wan zeviyan li ser ava baran têne avdan.

Cotkar Hesen Hisên jî dibêje: “Hersal di meha 3an yan jî meha 4an em dest bi avdanê dikin, lê ji ber nebarîna baranê, îsal me zû dest pê kir. Sala çûyî di vê demê de, zeviyên me gelekî baş bûn û avdanî jî tune bû, herweha hinek cotkar jî ji nû ve çandiniya xwe dikin. Egereke mezin heye mûsim têk biçe.”

Li gorî projeya Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgeha Hesekê ya bi ser hikûmeta Sûriyê ve, di mûsimê sala 2018an de pêşbîn e nêzî 300 hezar hêktar ji genimê avdayî bête çandin, herweha zêdeyî 445 hezar hêktar ji genimê bejayî  jî bê çandin.