Di afîşa Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê de Kurdî nîn e

Li Diyarbekirê piştî ku 4 salan navber hat dayîn dê Pêşangeha Pirtûkan a 6. were lidarxistin. Di pêşangehê de dê 120 weşanxane û 220 nivîskar beşdar bin; lê ji ber di afîşên pêşangeha îsal de zimanê nehatiye bikaranîn ev yek rastî bertekan tê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê piştî ku 4 salan navber hat dayîn dê Pêşangeha Pirtûkan a 6. were lidarxistin. Di pêşangehê de dê 120 weşanxane û 220 nivîskar beşdar bin; lê ji ber di afîşên pêşangeha îsal de zimanê nehatiye bikaranîn ev yek rastî bertekan tê.

Li Diyarbekirê herî dawî di sala 2014'ê de Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP'ê hatibû li dar xistin û piştî 4 salan pêşangeh dîsa dest pê dike. Di pêşangehê de 30 jê weşanxaneyên Kurdî bi tevahî 120 weşanxane û 250 nivîskar beşdar dibin û dê 60 çalakiyên çandî jî bi rê ve biçin. Ji ber şer û pevçûn qedexeyan 4 sal in ku Diyarbekir ji vê pêşangehê bêpar mabû; lê Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal dibêje di vê navberê de Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir pêşangeh li dar xist lê wan nexwest ku tevlî bibin.

Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: "Di sala 2014'ê de ji me re gotin eleqeya xelkê ya ji bo pêşangehê kem bûye weşanxane naxwazin tevlî pêşanghea Diyarbekir bibin û me nîqaş li ser vê yeke kir. Dema me pirsî û em di ser wan de çûn ji me re gotin sedem şer û pevçûnên kul i Bakurê Kurdistanê "

Di pêşangehê de yek ji mijarên kut ê gengeşekirin ew e k udi afîşên pêşangehê de berovajiyê salên borî zimanê Kurdî nehatiye bikaranîn û nivîskar Mehmet Çakmak jî ji vê yeke bi gilî ye e û amaje dike ku ev yek dê ji bo pêşangehê xeletî û kêmasiyeke mezin be.

Nivîskar Mehmed Çakmak dibêje: "Dema ku me ji berpirsiyaran pirsî çima bo zimanê Kurdî cih nehatiye dayîn, gotin div î warî de daxwaz çênebû ye. Yanî bersiveke ku jê birevin dan me. Lê dema em li pêşangehên borî dinêrîn Kurdî di asta herî jor de bû. "

Pêşangeha Pirtûkan a 6. a Diyarbekirê ji aliyê Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin û Diyarbekirê saziyên sivîl ve tê piştgirîkirin. Pêşangeha ku di 25'ê Îlonê de di Navenda Pêşangeh û Kongreyê Ya Diyarbekir de dest pê bike dê heta 30'ê Îlonê ji bo xwîneran vekirî be.