Kolanên Qamişlo bi neqşên pirtûkan tên xemilandin

Bi armanca belavkirina çanda xwendina pirtûkan û xemilandina cade û kolanên bajêr neqşên pirtûkan li ser dîwarên Qamişlo hatine çêkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo kampîneke xemilandina bajêr ji aliyê Desteya Şarederiyan ve destpê kir. Di vê kampînê de hin wêneyên pirtûkên navdar li ser dîwarekî hatine neqişandin û piştî ku ev gav bi erênî ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin, komîta berpirsyar biryar da ku vê ezmûnê li ser tevaya bajarên Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Bi armanca belavkirina çanda xwendina pirtûkan û xemilandina cade û kolanên bajêr, jinên karmend û bi alîkariya beşê îkolojî di Desteya Şaredariyan de dest bi kampîneke neqişandina wêneyên pirtûkan li ser dîwaran kirin.

Cîgira Hevserokê Desteya Şaredariyê Bêrîvan Umer ji K24ê re got, ev kampîn weke gaveke destpêkî bû, lê piştî karvedanên erênî ji aliyê welatiyan ve li dû xwe anî, dê hin dîwarên hin cadeyên balkêş bêne hilbijartin û kampîna xwe berferehtir bikin.

Welatiyên bajêr jî û bi taybetî kesên temen mezin kêfxweşiya xwe ji vê kampînêre nîşan dan û tekeziyê li ser berdewamiya pirojeyên hevawa kirin. Herweha xwedanê pirtûkxaneyekê ku nêzîkî dîwarê neqişkirî bû ev gav bi erênî nirxand û got, rêjeya kesên pirtûkan dikirin gelekî kêm bûye û kampînên weha dê navtêdana xelkê bikin ku li xwendina pirtûkan vegerin.

Li gorî desteya navhatî komîteyeke taybet ji vê kampînê re hatiye damezrandin û ew komît navnîşana pirtûkan hildibijêrin. Wekî ku li ser dîwar jî tê xuyanîkirin hejmarek pirtûkên balkêş ji hin nivîskarên navdar li ser asta cîhanê hatine neqişandin.