Rêje û cureyên masiyên çemê Dîcle kêm bûne

Bi destpêkirina werzê nêçîra masiyan re masîgirên Diyarbekirê jî di Çemê Dîcleyê de bu tûr û şewkên xwe dest bi girtina masiyan dikin. Lê gorî ragihandina masîvanan bereketa bere nema ye û hem cûre hem jî hejmara masiyan kêm dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi destpêkirina werzê nêçîra masiyan re masîgirên Diyarbekirê jî di Çemê Dîcleyê de bu tûr û şewkên xwe dest bi girtina masiyan dikin. Li gorî ragihandina masîvanan bereketa berê nema ye û hem cûre hem jî hejmara masiyan kêm dibe.

Çemê Dîcleyê ku di nava sînorên Elezîz, Diyarbekir, Êlih û Mêrdînê de derbas dibe ji bilî avdaniyê ji bo gelek kesan re jî derfetên debarê dihûndirîne. Bi sedan masîgir di dema nêçîra masiyan de masiyên ku ji çem digirin li bazaran difiroşin û pê derbara xwe dikin. Lê ji ber derxistina xîzê û avdaniyê di salên dawî de rêje û cûreyên masiyên kêm bûne.  Abdilmutalîp Yildirim jî bi saetan li beravê nêçîrvaniya masiyan dike. Yildirim dibêje, ne ji bo firoştinê lê ji bo xwarinê masiyan digire.

Masîgir Abdilmutalîp Yildirim ji K24ê re got: "Her cara ku me tura xwe dihavêt avê 15-20 masî diketin tur, ango ji 10 masiyên kêmtir nediketinê. Lê niha masî gelekî kêm bûne. Carina em têra şîva xwe jî nagirin. Hema îdara me pê dibe."

Li gorî gotinên masîgiran; ji beriya niha 20 salan jî 30 cûreyên masiyan di Çemê Dîcleyê de hebûn lê niha tenê çend cûreke masiyan mane.  Masîgir dibêjin;  Çemê Dîcleyê ji aliyê mîneralan ve dewlemend e û ji ber vê yekê tama masiyên çem xweş e. Di çem de masiyên 15-20 kîlo jî dihatin girtin lê niha hejmara masiyên mezi jî kêm bûne. Masûm Yildirim jî masîgirek e. Yildirim jî dibêje, ji ber nêçîra bêwext jî masî kêm dibin.

Masîgir Masûm Yildirim dibêje: "Dema av kêm be masî zêde ne lê dema ku av zêde be masî kêm in. Îro jî av zêde ye masî kêm in. Ev saeteke em li vir in me 9-10 masî girtine. Di dema zarokatiya min de ez bi bavê xwe re dihatim me masiyên mezin derdixistin lê ne ji vir, ji hela Baxçeyên Hevselê ji ber qurmê daran derdixistin lê niha tune ne."

Li gorî ragihandina masîvanan, ji ber derxistina xîz, çêkirina bendav û nêçîrvaniya bêwext masî kêm dibin. Danê salê, asta avê, berê bayê, germahî û kûrahiyê avê li ser girtina masiyan faktorên girîng in. Metirsiya masîgiran ew e ku xwezaya ava çem wenda bibe û masî lê biqedin.