ENKS: Nabînin Amerîka dê piştevaniya Kurd bike

Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavarov gotibû, Amerîka bi parçekirina xaka Sûriyê û avakirina herêmeke Kurdî li rojhilatê çemê Ferêt tawanbar dike. Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbarê vê daxuyaniyê de tekez dikin ku Rûsiya dixwaze Kurdan ji Amerîkayê dûr bixe û ji aliyekî din ve jî naxwaze Tirkiyê ji destê xwe berde û têkeve hembêza Amerîkayê.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavarov gotibû, Amerîka bi parçekirina xaka Sûriyê û avakirina herêmeke Kurdî li rojhilatê çemê Ferêt tawanbar dike. Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbarê vê daxuyaniyê de tekez dikin ku Rûsiya dixwaze Kurdan ji Amerîkayê dûr bixe û ji aliyekî din ve jî naxwaze Tirkiyê ji destê xwe berde û têkeve hembêza Amerîkayê.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê di daxuyaniyekê de Amerîka bi parçekirina xaka Sûriyê tawanbar dike û dibêje ku Amerîka hewildanan dike herêmeke Kurdî li rojhilatê çemê Ferêt, mîna Herêma Kurdistanê li Iraqê ava bike. Hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku xaka Sûriyê bûye cihê berjewndiyên hêzên navdewletî, loma her yek dixwaze aliyê din tawanbar bike, da ku dema hebûna xwe li Sûriyê berdewam û dirêjtir bike.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed di vê derbarê de wiha ji K24ê re axivî: “Her aliyek dixwaze aliyê din tawanbar bike û armanca wan ew e ku krîza Sûriyê dirêj bike. Rûsa dema Amerîka bi perçekirina Sûriyê tawanbar dike, Rûsyê jî Sûriye perçe kiriye, dema Efrîn radestî Tirkiyê kir û deverên din jî radestî hêzên Îslamî kirine.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tekez dike, Rûsiyê di riya van daxuyaniyan re dixwaze sê armancan pêk bîne, dixwaze raya giştî ya Erebî û gelê Sûriyê baweriyê bi Rûsiyê bînin ku ew li dijî parçekirina xaka Sûriyê ye. Dyuemîn armanca Rûsiyê ku gelê Sûriyê alikariya wan ya leşkerî bi rêjîma Sûriyê re li dijî şoreşa azadiyê jibîr bikin. Herweha Rûsiyê dilgiraniya xwe ji nûjenkirina têkiliyên Tirkiyê bi Amerîkayê re nîşan da û têgihişt ku meha hungivîn di navbera wan û Tirkiyê de bidawî hat.

Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso got: “Wek ENKSê em dibînin, ku Amerîka bi aşkere nerîna xwe diyar kir ku projeya wê ya siyasî di hundirê Sûriyê de, ew ji rojhilatê Ferêt dernakeve. Heta niya pirsa Kurdî di projeya Amerîkî de tune ye. Me nedîtiye ku Amerîka dê piştevaniya Kurda bikin. Rojhilatê Ferêt zengîne û petrol lê heye. Herwiha dixwaze wê riyê li pêş derbasbûna mîlîşyayên Îranê bigire.”

Tê xuyanîkirin ku piraniya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbarê daxuyaniyên Rûsiyê de hevnerîni n. Di vê derbarê de jî berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tekez dikin ku ev daxuyanî têkçûna projeya Rûsiyê li ser xaka Sûriyê nîşan dide. Di heman demê de ENKSê jî dibêje, pêwist e Kurd xwe bikin parçeyek ji berjewendiyên Amerîkayê ta ku piştgiriya Amerîkanan ji xwe re misoger bikin.