Xortên Kurd desthilata Heşda Şeibî qebûl nakin û bi wêrane ala Kurdistanê bilind dikin

Xortên Kurd li taxên Kurdî yên bajarê Kerkûkê desthilata Heşda Şeibî qebûl nakin û gelekî bi wêrane ala Kurdistanê bilind dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Xortên Kurd li taxên Kurdî yên bajarê Kerkûkê desthilata Heşda Şeibî qebûl nakin û gelekî bi wêrane ala Kurdistanê bilind dikin.

Xortên Kurd bi coş ala Kurdistanê bilind dikin û ev di demekê de ye, li gelek taxên Kerkûkê pişknîn û azarkirina welatiyan berdewam e û baregehên Heşda Şeibî li nava Kerkûkê bûne cihên girtin û eşkencekirina welatiyên Kurd û Erebên Sune.

Herwiha Heşda Şeibî li deriyên Kerkûkê bazneyên ewlehiyê danîne û lîsta wan a bi navê xelkê hene û welatiyan desteser dikin.

Niha Heşda Şeibî bi hevahengiya ligel beşek ji berpirsên YNKê hêzên xwe li derdora Kerkûkê bicih kirine.