Necmedîn Kerîm: Guhartina demografî li Kerkûk û Efrînê rû dide

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê ji K24ê re tekez kir: “Xaka Kurd li Kerkûk û Efrînê ji aliyê Ereban ve tê dagîrkirin û gef li Kurdan tê xwarin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê ji K24ê re tekez kir: “Xaka Kurd li Kerkûk û Efrînê ji aliyê Ereban ve tê dagîrkirin û gef li Kurdan tê xwarin.”

Ev axaftinên Necmedîn Kerîm li perawîza konferansekê de hatin, ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Kurdî li Washingtonê ve birêve çû. Kerîm got: “Di panelên vê konferansê de bi hûrî li ser perçeyên Kurdistanê rawestandin û bi giştî guftûgo derbarê rewşa navçê û pirsgirêk û metirsiyên li ser Kurd dibe.”

Parêzgarê Kerkûkê got: “Hemû ew welatên ku xaka Kurdistanê bi ser xwe de dabeş kirine, bi hemû karînên xwe dijayetiya gelê Kurd dikin.”

Diyar kir, niha ku hilbijartina nîvê duyem a Amerîka birêve çû, guhartin di Encûmena Nûnerên Amerîka de tê kirin û kesên din têne pêş, ji ber wê pêwîst e di vê demê de nûnerên Kurd li Amerîka wê derfetê werbigirin û hewlên cidî bikin, ji bo nasandina doza gelê Kurd bi wan kesên nû, ta di dahatûyê de sûdê jê bibînin.”

Li ser guhartina demografî li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî, Kerîm got: “Ew guhartina demografî ne tenê li Başûrê Kurdistanê dibe, guhartina demografî ya li Efrînê dibe ne kêmtir e ji ya li Kerkûkê dibe, li Efrînê xelk tê derxistin û Ereb li şûna wan tên bicikkirin, dest li ser malên Kurdan tên danîn û darên zeytûnê tên hilkirin. Cebhet Nesra û hemû grûpên terorist gefê li Kobanê û Qamişlo jî dixwin.”

Derbarê Kerkûkê de got: “Li Kerkûkê proseya Erebkirin û guhartina demografî berdewam e. Herçend e di heyama 2003 ta 2016an ew prose hatibû rawestandin, lê piştî xiyaneta 16ê Cotmehê neyarên Kurd derfet dîtin planên xwe di vê derbarê de bicih bikin.”

Herwiha got: “Niha gelek Ereb bo navçeyên wek Kerkûk, Daqoq û Dubiz tên şandin. Ew biryarên ku berî sala 2016an ji aliyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatibûn derkirin, hemû hatin hilweşandin û zeviyên Kurdan tên dagîrkirin û gef li Kurdan tên xwarin û ji tirsa re piraniya xelkê navçeyên Kurdistanê tên valakirin.”

Li ser hilbijartina nîvê duyem ê Encûmena Nûnerên Amerîka, Necmedîn Kerîm got: “Piraniya kesên di hilbijartinê de biser ketine, li ser doza Kurd şareza ne û berê jî kar li ser kirine, ji ber wê hêvîdar in di dahatûyê de ji me têbigihin û karê baş bi hev re bikin.”

 

 

S. B