Koçberên kampa Qana bazarekê ji pêdviyên xwe vedikin

Koçber didin zanîn ku bi sedema koçberiyê û nebûna derfetên kar, diçin bajarê Hesekê û hin cureyên kereseteyan dikirin û li kampê difroşin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e0b3f660-34bd-4c4b-9638-7e9851e69b0f/011618DZM.ism/manifest

K24 – Heseke

Koçberên Dêrazorê yên li kampa Qana li başûrê bajarê Hesekê dimînin,  bazareke mezin li kampê vekirine, ku pêdiviyên wan yên sereke lê têne peydakirin. Koçber didin zanîn ku bi sedema koçberiyê û nebûna derfetên kar, diçin bajarê Hesekê û hin cureyên kereseteyan dikirin û li kampê difroşin, da ku hin pereyan bidin hev bo bicîanîna pêdiviyên jiyanê dema ku vegerin bajarok û gundên xwe.

Di vê bazarê de gelek cureyên keresteyan yên sereke tên peydakirin, û hin jî nayên peydakirin, ji ber wê jî hin caran bazirgan li gorî daxwaza koçberan keresteyan ji wan re tînin, lê buhabûn di nirxê sotemeniyê de heye nemaze ku rewşa hewayê li deverê pir serma ye.

koçber Îsa cedan ji K24ê re dibêje: “Em ji xwe re li bazarê kar dikin, mûçe tune ne, samanên me tune ne, em jiher tiştî qutbûne, tiştek li cem me nema, di kampê de hin kereste li me tên belav kirin, lê têra me nakin, loma em kar dikin, em zarokên xwe xwedî dikin.”

Koçber Mehmûd Husên jî dibêje: “Hemû pêdiviyên me nayên peydakirin, nêvî bi nêvî, nirxê keresteyan bi dilê me ye, lê hin caran gaz buha ye, ew jî li gor bazirganan dimîne, carna buha dikin û carna erzan dikin.”

Di vê kampê de nêzî 18 hezar koçberî hene, piraniya wan ji rojavayê çemê Ferêt in û hîn rêya vegerê bo wan girtiye, ew jî bi sedema hebûna rêjîma Sûriyê li herêmên wan.