Piştî 7 salan hilbijartinên rêjîma Sûriyê li Cizîrê birêve çû

Piştî 7 salan ji krîza Sûriyê cara yekem hilbijartinên encûmenên rêveberên xwecihî li herêma Cizîrê hatin lidarxistin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev hilbijartin bêwate ne. Berpirsên Rêveberiya Xweser jî dibînin şarederiyên rêveberiyê karê welatiyan birêve dibin û ti bandora van hilbijartinan dê tune be.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî 7 salan ji krîza Sûriyê cara yekem hilbijartinên encûmenên rêveberên xwecihî li herêma Cizîrê hatin lidarxistin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev hilbijartin bêwate ne. Berpirsên Rêveberiya Xweser jî dibînin şarederiyên rêveberiyê karê welatiyan birêve dibin û ti bandora van hilbijartinan dê tune be.

Bi beşdarbûna zêdetir ji 2500 berbijarî li 770 navendên dengdanê, hilbijartinên encûmenên xwecihî yê rêjîma Sûriyê li parêzgeha Hesekê birêve çûn, ku ji bo 1915 kursiyan rikaberiyê dikin. Ev hilbijartin ku yekem car e di dema krîza Sûriyê de têne lidarxistin, lê tevî wê jî hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ti wateya wan tune ye. Serkirdên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) didin zanîn, Sûriyê di demekê de ye ku pêwîstiya wê bi destûr û zagoneke nû heye, ji ber di bin sîwana rêjîma niha de ti rewabûn ji çi hilbijartinan re tune ye.

Endamê Desteya Serkirdayetiyê ya ENKS`ê Fêsel Yûsif li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Em nabînin ku ev hilbijartin ne çareseriyek e ji bo Sûriyê ye. Em dixwazin destûreke, Sûriyayeke nû û demokratîk ku daxwazên welatiyan pêk werin û bi çavdêriya navdewletî hilbijartin çê bibin ji parlemantoyekî re, ji welatekî federal û nenavendî re. Ev hilbijartên rêjîmê tiştên nerênî zêde dike û ti xizmetek ji welatiyan re tê de nîne.”        

Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve di deverên di bin kontrola wê de ti derfet neda kampîn û proseya hilbijartinan, herwiha nêzî 70 kandîtî jî girtin. Berpirsên wê aşkere dikin ku hemû karê ji bo welatiyan, şaredariyên Rêveberiya Xweser pê radibin û ji ber vê yekê derfet nedan sindoqên rêjîmê da di deverên di bin kontrola wan de bêne dayîn, ji bilî ku ecûmenên xwecihî yê rêcîmê ti karî ji bo xelkê di herêmên Rojavayê Kurdistanê de nikarin bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Şaredariyan Cezîrê Nidal Mehmûd Nidal Mehmûd dibêje: “Şarederiyên me bi navê gel û bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin û cihê xwe girtine. Niha ev hilbijartinên rêjîmê tenê di çargoşeya ewlehiyê de birêve diçin, li derveyî wê tiştekî wan tune ye, ango bêwate ye.”  

Piştî 7 salan ji krîza Sûriyê cara yekem e ku hilbijartinên encûmenên xwecihî birêve diçin, di demekê de ku rikberên rêjîmê dibînin ku armancên van hilbijartinan siyasî ne û dê ti bandorê li rewşa xelkê Sûriyê neke.