Nivîskar Resûl Ustun: 25'ê Îlonê nirxê hemû Kurdan e

Her çiqas 38 sal di ser re derbas bûbe jî, şopên Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî dimînin. Nivîskar Resûl Ustun ku di Girtîgeha Diyarbekirê de êşkenceyên giran dîtine û êşa penceşêrê jî têk biriye. Nivîskarê Kurd ligel hemû astengiyên jiyanê, mamostetiyê dike û hêstên xwe yên mîzahî diparêze.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Her çiqas 38 sal di ser re derbas bûbe jî, şopên Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî dimînin. Nivîskar Resûl Ustun ku di Girtîgeha Diyarbekirê de êşkenceyên giran dîtine û êşa penceşêrê jî têk biriye. Nivîskarê Kurd ligel hemû astengiyên jiyanê, mamostetiyê dike û hêstên xwe yên mîzahî diparêze.

Tevî hemû êşkence, qirkirin, guvaş û zilmê, Gelê Kurd hîn jî hestên xwe yên mîzahî diparêzin û bi dilekî bi ken li jiyanê dinihêrin. Yek ji mînakên xurt a vê rewşê jî çîroka nivîskar Resûl Ustun e. Resûl Ustun piştî êşkenceyên giran û dijwar tûşî penceşêrê tê û wekî êşkenceyên Girtîgeha Diyarbekirê, pençeşêrê jî nikaribûye Resûl Ustun têk bibe. Ustun niha bi motîvasyoneke mezin mamostetiya xwe didomîne û diyar dike ku êşkenceyên tê re derbas bûye, dê tu carî ji bîr neke.

Resûl Ustun ji K24ê re wiha axivî: "Di girtîgehê de 37 rojan çavên min girê dan û her tişt tarî bû. Bi jopan li destên me dixistin. Destê me diwerimî û dema ku destên me dixweriya qedexe bû ku em destên xwe bixwerînin. Ez nizanim behsa kîjan rêbazên êşkenceyê bikim. Ez bawer nakim k udi cîhanê de tiştan wiha hatibin dîtin."

Resûl Ustun, dê tu carî êşkenceyan ji bîr neke; lê ligel vê rûpela reş a jiyana wî; ew, xwedî kesayetiyekî rengîn e û hestên xwe yên mîzahî diparêze. Ustun amaje dike ku tiştên wî bi jiyanê ve girê dane, nirxên wî bûne.

Nivîskar Resûl Ustun dibêje: "Dema ku min digirtîgehê de êşkence didît, çend nirxên min hebûn ku min bi jiyanê ve girê didan. Welatparêziya min, mamostetiya min û hestên min ên mîzahî rê didan ku ez bi vîneke xurt li ber xwe bidim û xwe bi jiyanê ve girê bidim."

Nivîskarê Kurd dibêje; wekî her Kurdekî, di dilê wî de jî hesreta welatekî serbixwe heye û amaje dike ku ji bo hemu Kurdên ku di Girtîgeha Diyarbekirê de êşkenceyê dîtine, 25'ê Îlonê xwediyê wateyeke bilind e û divê hemû Kurd li vê roja dîrokî xwedî derbikevin.