Şerê li dijî Efrînê Kurdên Bakur kiriye du beş

Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê, civaka Kurdên Bakûrê Kurdistanê kiriye du beş. Beşek ji Kurdên xwe nêzîkî Ak Partiyê dibînin piştgiriya şerê Efrînê dikin lê beşek Kurdên di nav Ak Partiyê de û Kurdên nêzî HDP'ê li dijî şerê li Efrînê derdikevin û dibêjin; armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Kurdan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê, civaka Kurdên Bakûrê Kurdistanê kiriye du beş. Beşek ji Kurdên xwe nêzîkî Ak Partiyê dibînin piştgiriya şerê Efrînê dikin lê beşek Kurdên di nav Ak Partiyê de û Kurdên nêzî HDP'ê li dijî şerê li Efrînê derdikevin û dibêjin; armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Kurdan e.

Dewleta Tirkiyeyê ji 20'ê Çileyê ve bi hêzên asîmanî û bejahî, êrîşê Efrînê dike. Tirkiye dixwaze ku cîhan û raya giştî ya navxweyî qanih bike ku hêzên çekdar ên li Efrînê, li ser Tirkiyeyê gef in. Rayedarên HDP'ê ji vê hinceta Tirkiyeyê bawer nakin û dibêjin; armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Kurdan e û ji hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an ve lez daye vê yekê. Rêveberê HDP'a  Diyarbekirê Edîp Bînbîr got; berpirsên Ak Partiyê rastiya şerê Efrînê vedişêrin û ol û oldaran jî ji bo vê yekê bi kar tînin.

Edîp Bînbîr wiha ji K24ê re axivî: "Em di wê baweriyê de ne ku şerê li Efrînê li hember tunekirina destkeftiyên Kurdan tê kirin. AKP hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê aborî ve têk diçe û dixwaze bi vî şerî dîsa rabe ser piyan. Ji aliyê din ve cihê xutbeyên li ser cîhadê ku li hember Efrînê tên nîşandan di Îslamê de tuneye. Desthilatdar dînî dike amûreke siyasetê."

Beşek ji Kurdên ku nêzî AK Partiyê ne, piştgiriya xwe ji bo şerê Efrînê radiginînin û dibêjin; Tirkiye ji ber cerebeya Qendîlê ji piştgiriya Emerîkayê ya çekdar a ji bo YPG'ê tirsiya û dest bi operasyonê kir. Eyuphan Kaya, nivîskarekî nêzî AK Partiyê tê naskirin. Li gorî gotinên Kaya, hêzên çekdar ên li Efrînê zordariyê li Kurdan dikin û li cihê ku Kurdên Efrînê bi ya Tirkiyeyê bikin, bi ya Amerîkayê dikin. Kaya amaje dike ku her civak ji leşkerên xwe re dua dike û ev yek nayê wê wateyê ku ol dibe amûreke siyasetê.

Eyuphan Kaya dibêje: "Em neçar in ku welatê xwe biparêzin. Me hemûyan dît ku Emerikayê çawa destek da PKK'ê  û ew xist nav lîsteya terore. Ango dê heman musîbetê bîne serê PYD'ê jî. Lê belê ev çekên giran ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo YPG'ê hatin şandin Tirkiye tirsand. PYD/YPG bi aqilê Emerîkayê tevnegeriyabûya, pirsa cîran li cîran e, pêwîst bû ku berê silav bidana Tirkiyeyê."

Siyaseta Enqereyê ya di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, nêzîkbûna AK Partî û MHP'ê, girtina siyasetmedaran, tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên DBP'ê û herî dawî şerê li hember Efrînê… Ev bûyer hemû bûne sedem ku beşeke ji Kurdan ji Enqereyê dûr bikevin. Ya tê mereqkirin jî ew e ku gelo ji bo dilxweşkirina Kurdan dê Enqere birînên bi van babetan vebûne, çawa derman bike û gelo dê êdî çawa baweriya Kurdan bi Enqereyê were.