HDP: Tevî hemû astengiyan emê dengên xwe zêde bikin

Berpirsên HDP'ê amaje dikin ku; di Rewşa Awarte de gelek astengiyan dijîn û dê di nav van astengiyan de jî xebatên xwe bimeşînin û dengên xwe zêde bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi aşkerakirina dîroka hilbijartinan, partiyên ku dê beşdarî hilbijartinan bibin lez û bez dan xebatan. Rayedarên Partiya Dad û Geşedanê Ak Partiyê dibêjin; dengên me li Bakur zêde dibin. Lê rayedarên HDP'ê vê yekê red dikin û dibêjin; dengên Ak Partiyê dikevin. Berpirsên HDP'ê amaje dikin ku; di Rewşa Awarte de gelek astengiyan dijîn û dê di nav van astengiyan de jî xebatên xwe bimeşînin û dengên xwe zêde bikin.

Bi aşkerakirina dîroka hilbijartinan re Tirkiye û Bakur di demeke kin de ket nav hawirdora hilbijartinê. Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî, tu kesî texmîna dîrokeke ewqas nêzîk nedikir. Lê berpisên Ak Partiyê dibêjin; jixwe Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dest ji xebatan bernedabû û bi serdanên bajaran re partiya xwe careke din bi rêxistin kir. Serokê Şaxa Ak Partiyê yê Diyarbekirê Silêman Serdar Budak got; em her dem amade bûn lê hilbijartina pêşwext daxwaza partiyên muxalefetê bû û bila kêmasiyên xwe ji xwe re nekin hincet.

Silêman Serdar Budak ji K24ê re got: "Her partî wekî ku dê her roj hilbijartin çêbibin amadekariyên xwe dikin, em wisa dikin. Heger sibê jî hilbijartin çêbibe, em dîsa jî amade ne. Me qadroyên xwe nû kirin, me kongreyên xwe kirin. Divê em hilbijartinan zû bikin vê mijarê ji rojeva welêt derxin. Ji ber ku di pergala nû de dê Kurd-Tirk û her kes aramtir bibin."

Di nav civaka Kurdan de tifaqa Ak Partî û MHP'ê jî tê nîqaşkirin. Aliyên Ak Partiyê dibêjin; ev tifaq tu bandoreke neyînî li dengên Kurdan ên ji bo Ak Partiyê nake.  Lê rayedarên HDP'ê ne di wê baweriyê de ne û dibêjin ku; tifaqa bi MHP'ê re, girtina siyasetmedaran, Rewşa Awarte û krîza aboriyê dê rêjeya dengên Ak Partiyê gelek kêm bike. Cîgirê Hevserokê Şaxa HDP'ê ya Diyarbekirê Mistefa Akengîn got; ji ber Rewşa Awarte gelek astengî li pêşiya me hene lê pêwendiya HDP'ê bi dengdêrên wê re qewî ye, her çiqas dernekevin qadan jî dê helwesta xwe di sandoqan de diyar bikin.

Mistefa Akengîn dibêje: "Ji ber şert û mercên Rewşa Awarte dê hilbijartineke zehmet be, lê em jî ji bo hilbijartinan amade ne. Em partiyeke bi rêxistin in. Em ji xweliya xwe şîn dibin, em ji nav gel tên. Em tu kesî naxapînin. Em ne tenê amadekariyên hilbijartinê dikin, em bi pergalekê re jî têdikoşin. Em ê li sandoqan xwedî derkevin. Ew çend hezar kes jî bigirin, em ê dîsa jî têkoşîna xwe bimeşînin."

Di maweyeke kin de partiyên siyasî bi civînên li pey civînan amadekariyên diyarkirina namzedên xwe dimeşînin. Li bakûr, HDP û partiyên muxalefetê xwe amade dikin ku bi kiriyarên di Rewşa Awarte de girtina siyasetmedaran û lawazbûna aboriyê propagandayê bikin. AK Partî jî bi weadên wekî razemenî, guhertina pergala rêveberiya dewletê, bilindbûna refahê û berfirehkirina qada azadiyan propagandaya xwe dike.