HDP dê heta 10 rojên din berbijêrê diyar bike

Li Tirkiyeyê, piştî biryardayîna hilbijartina pêşwext ku dîroka wê wek 24ê Hezîranê hat eşkerekirin, nexşerêya partiyên opozîsyonê jî ji niha ve tê meraqkirin. Yek ji wan partiyan jî HDP ye. Weke partiyên din ên siyasî HDP jî ji bo eşkerekirina namzetê serokkomariyê xebata xwe didomîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê, piştî biryardayîna hilbijartina pêşwext ku dîroka wê wek 24ê Hezîranê hat eşkerekirin, nexşerêya partiyên opozîsyonê jî ji niha ve tê meraqkirin. Yek ji wan partiyan jî HDP ye. Weke partiyên din ên siyasî HDP jî ji bo eşkerekirina namzetê serokkomariyê xebata xwe didomîne.

Di partiyê de ji bo namzetiyê behsa navê gelek kesan tê kirin. Di nav van kesan de zêdetir navê Selahatîn Demîrtaşê hevserokê berê tê kirin ku di sala 2014an de bûbû namzet û ev du sal e di girtîgehê de ye. Lê belê biryara dawî û teqez hêj nehatiye dayîn.

Parlamenterê HDP Garo Paylan ji K24ê re got: "Tevî Demîrtaş behsa gelek hevalên me ji bo namzetiyê tê kirin. Partiya me ji bo vê xebateke berfireh daye destpêkirin. Din av 10 rojan de em ê dawî li xebatên xwe bînin û piştre namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere bikin. Partiya me kî wek namzet nîşan bide em ê jî ji bo serkeftina namzetê xwe bi dil û can bixebitin."

24ê Hezîranê bi tenê hilbijartina serokkomariyê wê neyê kirin. Kesên hilbijêr ji bo hilbijartina 600 parlamenteran jî dê deng bidin. Di nav partiyan de nîqaşên der barê tifaqa bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê jî berdewam in. HDP amaje dike wê tifaqê nekin.

Cîgirê Hevserokê HDP Saruhan Oluç dibêje: "Heta niha me zêde guh neda nîqaşên tifaqê. Partiya me HDP ligel endam û berpirsên xwe li hev şêwirî û me biryar da ku em ê di hilbijartina serokkomariyê de ji nav me bi namzedek hêzdar nîşan bidin û me ev ji bo raya giştî jî ragihand. Loma em ê bi namzede xwe û bêyî tifaqeke beşdarî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bibin."

Di hilbijartina serokkomariyê ya di sala 2014an de namzetê desthilatdar Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya dengê ji sedî 52 bi ser ketibû. Namzetê HDP Selahattîn Demîrtaş ji sedî 10 deng, namzetê partiyên opozîsyonê Ekmelettîn Îhsanoglu jî ji sedî 38 deng standibû.