Çîroka du romanivîsên Kurd li Îzmîrê

Bi salan e li xerîbiyê li Îzmîrê dijîn dûrî Kurdistanê. Hesreta welêt ji bo wan hesreta herî sereke ye. Ew vê hesreta xwe bi roman û çîrokên xwe yanî bi pênûsa xwe derbas dikin. Romanivîsên Kurd li ser kar û jiyana xwe ya li Îzmîrê axivîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Îzmîr

Bi salan e li xerîbiyê li Îzmîrê dijîn dûrî Kurdistanê. Hesreta welêt ji bo wan hesreta herî sereke ye. Ew vê hesreta xwe bi roman û çîrokên xwe yanî bi pênûsa xwe derbas dikin. Romanivîsên Kurd li ser kar û jiyana xwe ya li Îzmîrê axivîn.

Li metropolên Tirkiyê gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd hene ku an ji ber neçariyê an jî ji ber sedemên siyasî li derveyî axa xwe dijîn. Romanivîsê Kurd Cîhan Roj jî ku bi eslê xwe ji Mûşê ye berê 20 salan ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye. Digel ku karê xwe yê rojane jî berdewam dike ji sala 1993an ve li ser wêjeya Kurdî dinivîse û heta niha jî bi dehan berhemên wî hatine weşandin.

Bi boçûna Cîhan Roj mirovê ku ji welatê xwe dûr bin di heman demê de ji zimanê xwe jî dur dikevin. Lê belê li gorî nivîskar aliyên erênî yên dûrbûnê jî hene. Wek kurbûna li ser zimîn, xeyalên li ser welêt û peydakirina awireke giştî ya wêjeyî. 

Romanivîs Cîhan Roj di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Wextê ku mirov ji welatê xwe dûr bikeve bibe û nebe jî hûn ji guherînên zimanê xwe, ji cografyaya xwe û ji jîndariya zimanên xwe jî dûr disekinin, dûr dimînin û mehrûm dimînin. Ev bi awayekî neyînî bandor li nivîsê dike. Aliyên erênî jî hene ku hûn wextê li welatê xwe dûr bin hûn bêhtir dikarin li ser welatê xwe biramin, xeyal bikin welatê xwe ji dûr ve ji aliyê edebiyata honakî û sêwirînê ve.”

Her çend li bajarê Îzmirê Kurd zêde bin jî pêwendiya van Kurdên li Îzmirê û nivîskarên Kurd hinekê qels e. Li gorî Cîhan Roj sedema vê yekê siyaset e ku rê nade dîtina xebatên çandî.

Romannivîs Cîhan Roj dibêje jî: “Mirov nikare behsa têkîliyên rasterast yên lêgerînên jiyana sivîl bike. Hê jî bandora siyasetê gelek xebatên çandî û kulturî dibe sedem ku neyên dîtin jî. Hêj ew xebatên çandî xwe nedane der û derneketine pêş, lê lêgerînek jî heye ûa niha ev pirs tên kirin. Ew miletê ku li vir dijî ji aliyê sosyolojîk û çandî ve jî ev lêgerîn hene û carinan dibin sedemên panêlan, çalakiyên kulturî û edebî.”

Kovan Baqiyê romanivîsê Kurd ji Dêrika Mêrdînê ye û ew jî zêdeyî 20 salan e li bajarên din ên rojavayê Tirkiyê û dawiyê jî li Îzmîrê bi cih bûye û ji karê înşeatan bigire heta bi karê barkêşiyê jî kiriye ji bo debara mala xwe pê bike. Kovan Baqî di nav van karûbarên zehmet de li aliyekî jî wergerê dike digel nivîsandina çîrok û romanên Kurdî. Ji ber ku zarokatiya xwe jî li Kurdistanê bi cih de hiştiye vê jiyana li xeribiyê, li ser Kovan Baqî bi du awayan tesîr kiriye.

Romanivîs Kovan Baqî ji K24ê re wiha tîne zimên: “Ji ber ku gava ku tu ji welatekê vediqetî tu welat di serê xwe û di dilê xwe de dibî. Lê bes tu zarokatiya xwe jî li wê dihêlî. Di vê hêlê de ez xwe gelekî bêşans hîs dikim, ji ber ku wek kesekî çiqas ez di nava vî welatî de bim jî ez xwe wek nivîskarekî dîasporayê dibînim.

Kovan Baqî bêsiûdiya xwe wek şansekî dibîne ji bo bêhtir nêzîkî Kurdistanê bibe û kûrtir bifikire li ser jiyana xwe ya kurdewariyê. Baqî got: “Hem dûrî welat im hem jî nêzikî welat im. Lê li aliyekî din ev bêşansî min di heman noqtê de zêdetir nêzikî wê erdnîgarî, jiyana Kurdewar û nêzikî Kurdistanê dike. Ez niha li Îzmîrê çîrok û romanê dinvîsînim û aliyê wê erênî dihêle ku ez vî aliyê zêdetir kûr bifikirim.”

Li gorî romanivîsên Kurd yên li Îzmîrê ji ber qedexeya li ser ziman û nebûna perwerdehiyê gelek kêşeyên hem ziman û hem jî wêjeyê rû didin. Lê belê ligel vê yekê jî ew bi hêvî ne ku ev kêşe çareser bibin; Ew sedema vê yekê jî  wek piştevaniya welatên cîhanê bo Kurdan ya van salên dawîn destnîşan dikin.