Fîlmê “Xewnên Şor”, penabertî û azar

3 xortên Rojavayê Kurdistanê, ku niha gihêştine Nemsayê û bûne penaber, di kurtevîdyoyekê de behsa riya hatina wan ji Rojava û ta Ewropayê dikin. Herwiha ew her sê xort amaje bi dijwarbûna rewşa wan li Nemsayê û dûrketina ji malbatên xwe dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

3 xortên Rojavayê Kurdistanê, ku niha gihêştine Nemsayê û bûne penaber, di kurtevîdyoyekê de behsa riya hatina wan ji Rojava û ta Ewropayê dikin. Herwiha ew her sê xort amaje bi dijwarbûna rewşa wan li Nemsayê û dûrketina ji malbatên xwe dikin.

Derhênerê fîlmê “Xewnên Şor” Nûrî Dihêr ku ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ew jî bi penaberî Nemsayê bûye û bi riya vê kurtefîlmê re ronahiyê dixe li rewşa şerê li Sûriyê, penabertiya xelkê Rojavayê Kurdistanê û rê û birîna sînoran ta Ewropayê.