Li Tirkiyê 9 pirtûkên dîrokî û çandî yên Kurdî hatin qedexekirin

Avestayê hatîn weşandin yên ku li ser dîrok û çanda Kurdan hatîn nivîsandin ji aliyê Dadgeha Hezexê ya bajarê Şirnexê ve bi îdiaya 'propagandaya terorê' hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Avestayê  hatîn weşandin yên ku li ser dîrok û çanda Kurdan hatîn nivîsandin ji aliyê Dadgeha Hezexê ya bajarê Şirnexê ve bi îdiaya 'propagandaya terorê' hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn.

Di nav pirtûkên hatîn qedexe kirin de pirtûka binavê ''Di bin ala Kurdistanê de '' ya ku behsa jiyan û tekoşîna serokê nemîr Mele Mistefa Barzanî dike heta 8 kitêbên din yên mijara wan Komara Mahabad,Enfal,Kurdên derveyî welat û Ezîdîtiyê jî ji ber heman biryarê hatîne qedexe kirin.

Xwediyê weşanxaneya Avestayê  Abdullah Keskin radgihîne, ku ew li ber vê biryarê gelekî şaşbûne ji ber ku pitirîna van kîtêban beriya 10-15  salan hatîne weşandin û heta niha  jî sebeba vê biryarê nehatiye diyar kirin.

Abdullah Keskîn ji K24ê re wiha axivî: ''Mehkemeyek biçûk li bajarekî biçûk û ti eleqeya wê bi kitêbêre neheyî biryarek daye û li bajarên wek Stenbol, Enqere û Wanê tevde biryara  kom kirine kîtêbên me daye ev esas ligor qanûnên Tirkiye. Beriya niha jî li Tirkiyê kitêbên me hatin qedexekirin lê ne bi vî awayî bû niha zêde zêde keyfî bûye.Me di şertên gelek xeraptir de dest bi weşangeriyê kirîbû. Tu carî qasî serî derzîyê jî yê jî tesîrê l ime nake.Ew kitêbên îro hatîn qedexe kirin çi çêbe jî em dê cardî çap bikin û belav bikin.Di sedsala 21 an di serdema înternetê de qedexe kirina kî çawe qebûl dike.''

Zimanzan û Lêkolîner Samî Tan jî ragihand beriya çend salekê li Tirkiyê zimanê Kurdî hinekê pêşketîbû lê van 2 salên dawîyê de astengiyên li ser Kurdî gelek zêdebûne û zimanê Kurdî tê terorîze kirin.

Samî Tan ji K24ê re got: ''Dema ku xebatek derbarê Kurdan de be bîr û baweriya wî çi çibe tê asteng kirin ev jî wê nîşan dide ev jî cihê şermezariyê ye mirov dikare bêje.Bi vî awayî nikarin rê li ber xebatên Kurdî  û rewşenbiriya Kurdî bê girtin .Asteng kirina zimanê Kurdî derbeyek mezin li Kurdî Xist yanî em dikarin bêjin Kurdî terorîze kirin.''

Hêjayî gotinê ye ku gelek ji van kitêban li zanîngehên herî mezin yên dinyayê wek tezên doktorayê hatîne nivîsandin. Xwedî û rêveberên weşanxaneya avestayê jî radgihînin ku ti eleqeya van pirtûkên hatîn qedexe kirin bi sîyaseta Tirkiyê ve nîne û ew dê ji bo rakirina vê qedexeyê serî li dadgehê bidin.