Bi vîdyo.. Stranbêjeke Tunisî sirûdekê bo Pêşmerge dobêje
K24 – Navenda Nûçeyan
Stranbêja Tunisî Lemya Cemal sirûdeke taybet bi navê "Pêşmege" tomar kir.
Gotinên sirûdê ji aliyê helbestvanê navdar ê Libnanî Nizar Fransîs hatiye nivîsandin. Nizar Fransîs ku heta niha zêdetirî 2 hezar helbest û gotinên stranan nivîsiye û helbestên wî ji aliyê piraniya hunermedên navdar ên Ereb ve bûne stran.
Beşeke sereke ji klîpa sirûda Pêşmerge li bajarê Hewlêrê û derdora wê hatiye tomarkirin.
Stranbêj Lemya Cemal yekem car di sala 2012an de di bernama "The Voice" Star Academy 8 derket û heta niha çend stran tomar kirine.
Ji bilî ji sirûda ji Pêşmerge e, straneke Kurdî ya Hesen Cizîrî ya bi navê "Kevokê" gotiye, ku ligel tekesteke Erebî têkel kiriye.