Referandûma serxwebûna Kurdistanê fêkiyên hunerî dide

Muzîkjen Sebaheddîn Xoce; ji bo 25'ê Îlonê stranek çêkiriye û vê yekê bi coşa hestên neteweyî ve girêdide.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di hemû warên jiyanê de kelecan û tevgereke neteweyî derxist holê û ev kelecan û tevger êdî di warê hunerî de jî fêkiyên xwe dide. Muzîkjen Sebaheddîn Xoce; ji bo 25'ê Îlonê stranek çêkiriye û vê yekê bi coşa hestên neteweyî ve girêdide.

Her ku 25'ê Îlonê, roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe; hestên neteweyî yên Kurdan bilindtir dibin. Ev yek di warê hunerê de jî xwe nîşan dide. Muzîkjen Sebaheddîn Xoce jî bi coş û kelecana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, hestên xwe bi rêya straneke nû daye der. Sebaheddîn Xoce dibêje; 25'ê Îlonê dê wekî cejin û şahiyekê di nav pelên dîrokê de cihê xwe bigire û bi strana xwe jî xwestiye ku govenda Serxwebûnê were girêdan.

Muzîkjen Sebaheddîn Xoce ji K24ê re got: "Kelecaneke mezin ez girtim. Ango min got; ev ji bo rêvekirina Serxwebûna Kurdistanê rojeke girîng e. Min xwest ku ez jî li ser tiştekî bibêjim. Lê min got; divê ez tiştekî wisa çêbikim ku wekî cejnê be û her kes li ber bilîze."

Sebaheddîn Xoce amaje dike ku her roj kelecana wî ji bo 25'ê Îlonê zêdetir dibe û wekî muzîkjenekî balê dikişîne ser talankirina stranên Kurdî û dibêje; dê Dewleta Kurdistanê bibe stargeha stranên Kurdî ku êdî dê bi hêsanî stranên Kurdan neyên dizîn.

Sebaheddîn Xoce dibêje: "Stranên Kurdî digirtin û li Tirkiyeyê be peyvên bi Tirkî, li Îranê be peyvên bi farisî, li Sûriye û Iraqê be peyvên bi Erebî li ser zêde dikirin û digotin ev bi Tirkî ye, ev bi Erebî ye yan jî ev bi Farisî ye. Lê piştî referandûmê dê wisa nebe."

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di warê hunerî de berhemên nû bi xwe re tîne û Muzîkjen Sebaheddîn Xoce di wê baweriyê de ye ku ne tenê di warê mûzîkê de; dê di hemû beşên hunerê de fêkiyên nû yên neteweyî derkevin holê.