Nîzamettîn Ariç klîbeke nû belav kir

Hunermendê navdar ê ji Bakurê Kurdistanê Nîzamettîn Ariç klîbeke nû a bi navê "Dil ji min bir ahî dil" belav kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê navdar ê ji Bakurê Kurdistanê Nîzamettîn Ariç klîbeke nû a bi navê "Dil ji min bir ahî dil" belav kir.

Ev klîb ji albûma nû ya Nîzamettîn Ariç e. Ariç berî niha di derbarê albûma xwe ya nû de ji ajansa Sputnikê re axiftibû û diyar kiribû ku ji ber hunermend gelek mesref û kedê didin lê berdêla wê keda xwe nastînin, wî biryar daye ku albûma xwe li ser internetê bifiroşe.

"Dil ji min bir ahî dil" helbesta Cegerxwîn e, Nîzamettîn Ariçî bi hunera xwe ew helbestê xemilandiye û kiriye straneke xweş.