Yekemîn pirtûkxane li Kobanê hate vekirin

Yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li Kobanê vedibe, da ku çand û xwendina bi Zimanê Kurdî li nav xwendevanan belav bibe. Herwiha ji bo ku xewnên Rodî û Perwînê pêk bên.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cf768e6f-17b5-44fc-8f92-a74697c6622d/pirtukxane-koban.ism/manifest

K24 – Kobanê

Yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li Kobanê vedibe, da ku çand û xwendina bi Zimanê Kurdî li nav xwendevanan belav bibe. Herwiha ji bo ku xewnên Rodî û Perwînê pêk bên.

Piştî nêzî salekê ji komkirina pirtûkan, yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li bajarê Kobanê hat vekirin. Pitûkxane bi piştevanî û alîkariya saziya KPCê û Desteya Perwerdeyê hat amade kirin, hemû cureyên pirtûkên Kurdî mîna dîrok, wêje û Rêzmana Kurdî li xwe digire.

Serperşti pirtûkxaneyê Ednan Hesen ji K24ê re axivî û got: “Astengiyên me ku di dsetpêkê de çemento û hesin nebûn, lewra hinekî bi derengî ket û di aliyê aborî de me bi karînên xwe yên kesayetî dest pê kir, heta ku konfiranasa Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li dar ket, ku di konfiransê de piştgirî dan amadekirina pirtûkxanê. Ev pirtûkxane di mala Ş. Rodî û Ş. Perwînê de yên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bûbûn, hatiye vekirin.”

Li gor kes û karên her du şehîdan pirtûkxane bi şiyan û karînên kesayetî hatiye vekirin û wek bîranînekê ji bû keda herdu şehîdan di warê dîrok û zimanê dayikê de tê, ku ew bi xwe li kobanê mamosteyên Zimanê Kurdî bûn û xelkên deverê gelek sûde ji wan dîtine.

Serperşta pirtûkxaneyê Cîhan Hesen jî ji K24ê axivî û got: “Tevî ew bûyerên ku me jiyan kiriye, hêviya me ew bû ku zarokên birayê me, ji me re man û ew mal ji mere ma. Ew mala jî daxwaza Rodî û Perwînê bû, ku piştî zewaca xwe pirtûkxaneyekê di malê de vekin, ji xwe ew evîndarê hev bûn.”

Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê nêzî hezar pirtûkî li xwe digire û serperştiyên pirtûkxaneyê hewl didin ku hejmara pirtûkan bighînin 6 hezar pirtûk û biryar e ku heftane çalakiyeke çandî li hola pirtûkxaneyê bi rê ve biçe.