Zara bi du stiranên Kurdî festîvala Mosko ya Mûzîkê germ kir

Zara derbarê herdu stiranên xwe, di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragihand, ku herdu stiran jî nû bûn ev yekem car e, ku tên pêşkêşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Xanima hunermenda Kurd a Rûsya û balyoza Aştiyê di rêxistina UNESCO de (Zara Paşa Meho) beşdarî diwemîn Festîvala Mûzîkê ya bajarê Mosko bû, û bi du stiranên Kurdî amadebûyên festival sersam kir.

Zara derbarê herdu stiranên xwe, di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragihand, ku herdu stiran jî nû bûn ev yekem car e, ku tên pêşkêşkirin.

Festîval bi navê "Mûzîk di nava me de ye" ji aliyê Wezareta Kiltûrî ya Rûsya ve hat rêxistin û armanca wê jî nasandin û nêzîkkirina kiltûrên cuda yên Rûsya ye, salane ji destpêka meha Êlûnê ve fêstîval birêve diçe û sala derbasbûyî jî hunermenda Kurd (Zara) bi stiraneke Kurdî beşdarî di festîval de kiribû.

N.O

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/799a2a4e-0805-4e64-8d51-11d17038b14c/zara.ism/manifest