Pirtûkxaneya El-Cezerî li Benda Xwînerên Kurdî ye

Li Bakurê Kurdistanê, ji ber tunebûna pergaleke bi rêk û pêk a perwerdeya zimanê Kurdî, rewşa xwendina pirtûkên Kurdî jî di asteke kêm de ye. Ji ber vê yekê, çend dildarên xwendina pirtûkên Kurdî, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, pirtûkxaneyeke bi navê El Cezerî vekiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, ji ber tunebûna pergaleke bi rêk û pêk a perwerdeya zimanê Kurdî, rewşa xwendina pirtûkên Kurdî jî di asteke kêm de ye. Ji ber vê yekê, çend dildarên xwendina pirtûkên Kurdî, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, pirtûkxaneyeke bi navê El Cezerî vekiriye.

Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn, Mehmet Ûzûn û her wiha gelek ên din, ji Bakurê Kurdistanê gelek helbestvan û nivîskarên bê hempa derketine. Lê mixabin nasîn û xwendina van nivîskaran, di civakê de qels e. Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, 4 hevalên dildarên xwendina Kurdî, ji bo danasîna nivîskarên Kurd û belavkirina xwendina pirtûkên Kurdî, pirtûkxaneyek vekiriye.

Hakan Altûnç yek ji wan dildarên zimanê Kurdî û yek ji damezirînerê Pirtûkxaneya El-Cezerî ye, ku qelsbûna xwendina pirtûkên Kurdî ji xwe re kiriye xem û destê xwe kiriye bin vî barê girîng.

Altûnç ji K24ê re got: "Me beriya her tiştî ji xwe re cîh peyda kir. Paşê me dest bi berhevkirina pirtûkan kir. Ji her çar aliyê Kurdistanê û ji bajarên Tirkiyeyê ji me re pirtûk hatin. Em niha êdî li gorî derfetên xwe karê xwe dimeşînin."

Damezirînerên Pirtûkxaneya El-Cezerî, herî zêde ji wê rewşê bi gilî ne ku kesên xwe wekî welatparêzên Kurd didin nasîn û ji hêmanên Kurdîtîyê dûr in. Di vê mijarê de yek ji damezirîneran Bawer Ozgur diyar dike ku; ew dixwazin têgihîştina jiyanê ya ciwanên Kurdan bi Kurdî be.

Ozgur dibêje: "Dev ji xwendina Kurdî berdin, gelek ciwan navê nivîskarên Kurd nizanin. Gelek kes doza Kurd û Kurdistanê dikin, lê nikarin navê  nivîskarên Kurd bêjin. Armanca me ew e ku xortên Bismilê di vî warî de têbihegînin."

Her çiqas pirtûkxaneya El-Cezerî ji xwendina pirtukên Kurdî zêdetir, wekî cihê xebatên waneyên dibistanê were dîtin jî xwînerên pirtûkên Kurdî jî hene ku Nûjen yek ji van kesan e.

Yek ji xwînera Pirtûkxaneya El-Cezerî bi navê nûjen jî dibêje:"Ez tême vir ji xwe re pirtûkên kurdî dixwînim û waneyên xwe dixebitim. Xwendina Kurdî j imin re xweştir tê"

Di Pirtûkxaneya El-Cezerî de bi giştî 913 pirtûkên bi Kurdî hene. Rêveberên pirtûkxaneyê bang li malbatên Bismilê dikin ku li vê pirtûkxaneyê xwedî derbikevin û dibêjin bila dayîk û bav jî bi zarokên xwe re werin da ku zarok hînî xwendina Kurdî bibin.