Li Stenbolê hunermendên ji welatên cuda konserek pêşkêş kir

Cudahiya vê konserê ewe ku ji 5 welatan hunermend beşdar dibin û her yekê bi zimanê xwe sitranan dibêjin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê gelek hunermendên ji welatên cuda ,li navçeya Kadikoyê konserek pêşkêşî guhdaran kir. Cudahiya vê konserê ewe ku ji 5 welatan hunermend beşdar dibin û her yekê bi zimanê xwe sitranan dibêjin. Di nav van hunermendan de ji Almanyayê heta Japonya û Îranê gelek stranbêj cihdigrin. Hunermendên ku beşdarî konserê buyîn gotin aramanca me ew e em hemu aliyan nêzîkî hevdu bikin.

Atolyeyeka Hunerî ya binavê ''Mezopart'' ya ku hunermendên Tirkiyê û welatên cîran li xwe kom dike yekemîn konsera xwe ya bi navê ''Zimanê Bilbilê '' bi beşdariya hunermendên Îranî û Tirkî lidarxist. Di vê konserê de bi taybetî ji Îranê hunermend beşdar bûn û herwiha ji Almanya, Îspanya û Japonyayê jî hunermendan stranên xwe pêşkêş kirin.

Damezrînera Mezopartê Îlkay Bilgiç derbarê mebesta avakirina vê sazîyê û prosesa avakirina saziyê de wiha ji K24ê re axivî: "Par ez çend wextekê li Îranê jiyam û min li gel şanoyekê kar kir.Di tîma

şanoyê de tenê ez bîyanîbûm û min di şanoyê de farsî diaxaft.Ji bom in

tecrûbeyek gelek xweş bû.Wexta ez li Îran jiyam min dît ku hunermendên Tirk li wê derê nayên naskirin û kes derbarê hunera Tirkî de jî tiştekê nizanin. Piştre min biryar da Mezopartê ava bikim da ku agahiya herdu aliyan ji hunera hevdu hebe. ''

Rêveber Seda Seyrek jî got: "Beriya 4 salan min û îlkay li heman kursê xwe fêrî zimanê Farsî dikir. Me li wê derê hevdu naskir û me xwest em van herdu zimanan nêzîkî hevdu bikin. Piştre me bi rêya Mezopartê ev herdu çandên mûzîkê li yek derê kom kir. ji ber vî karî gelek kes spasiya me dikin û em jî dixwazin di demên pêş de bi projeyên nû karê xwe berdewam bikin.''

5 hunermendên ji welatên cida yên ku li Mezopartê perwerdehiya xwe dîtin yekem konsera xwe pêşkêşî guhdaran kir. Di tîma Mezopartê de ji Almanyayê heta Japonya, Îspanya, Tirkiye û Îranê ji gelek welatan hunermend cih digrin. Hunermendê Îranî diyar dike ku mûzîk hemû aliyan nêzîkî hevdu dike û bi rêya wê jî ew li gelek welatan hunera xwe pêşkêş dikin.

Hunermendê Îranî got: "Dewlemendiya me ya herî giring muzîk û helbest in. Em dixwazin van mûzîk û helbestên xwe bidin nasîn û zindî bihêlin . Ji bo wê jî em li hev kom bûne. Ev kareke gelek baş û xweş e. gelek xweşhal im ku li vê derê me.''

Saziya Mezopart ya ku dixwaze hunermendên Tirk bide nasîn, hevkariya pêşiyê li gel hunermendên Îranî pêk tîne. Projeyên din yên Mezopartê ew e ku şanoyeka mîtolojîk û helbestî bîne ser dikê