Dengbêjê Kurd Ednan Omer: Dengbêjî çanda Kurdan e

Dengbêjê bi eslê xwe ji Efrîna Kurdistana Rojavayê Ednan Omer beriya 4 salan ji Sûriyê bi malbata xwe re berev Stenbolê ve penaber dibe. Niha li Stenbolê dijîn. Omar hem dengbêjiyê dike hem jî ji bo debara mala xwe bike karê boyaxê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Dengbêjê bi eslê xwe ji Efrîna Kurdistana Rojavayê Ednan Omer beriya 4 salan ji Sûriyê bi malbata xwe re berev Stenbolê ve penaber dibe. Niha li Stenbolê dijîn. Omar hem dengbêjiyê dike hem jî ji bo debara mala xwe bike karê boyaxê dike.

Dengbêjê Kurd ê navdar Ednan Omer bi eslê xwe ji Efrîna Kurdistana Rojava ye. Omer, li Suriyê hem dengbêjî kiriye hem jî bi salên dirêj di saziyeke fermî de wekî karmend xebitiye û beriya 4 salan ji Helebê ji ber şerê navxweyî bi malbata xwe re berev Stenbolê ve penaber bûye.

Dengbêj Ednan Omer, di malbateke hunermend de mezin bûye. Omar dibêje di dema xwe de dayika wî jî dengbêjeke navdar bûye û ew û çar birayên xwe jî ji dayîka xwe fêrî dengbêjî bûne.

Dengbêj Ednan Omar ji K24ê re wiha axivî: "Diya min van strana pir digot. Em êvaran li malê kom dibûn, piştî paşîva birê min bavê selah ew jî hunermendekî navdar bû wî li tembûrê dida me jî stran digotin. Zengîniyek di malbata me de hebû ji aliyê hunerê ve."

Dengbêj Ednan Omer li Stenbolê hem beşdarî şevên dengbêjiyê dibe, hem jî ji bo debara mala xwe û malbata xwe bike karê boyaxê dike.

Ednan Omar dibêje: "Wek xelkê em jî ketin kar. Ji ber ku min karê boyaxê dizanî, ez li vir xaniyan boyax dikim."

Kurê dengbêj Ednan Omar jî li dû bavê xwe diçe. Ew jî wekî bavê xwe hem stranan distire, hem jî dikare amûrên mûzîkê bikar bîne. Tekane xeyala wî jî ew e ku rojekê wekî bavê xwe bibe dengbêjekî navdar.

Kurê wî Ednan Omer, Dilo Ednan ji K24ê re got: "Ez jî dixwazim wekî bavê xwe bibim dengbêj. Ev saleke ez li Stenbolê me ez karê barkirina qumaşan dikim. Di demên xwe yên vala de jî li defê dixim. Her wiha bi bavê xwe re stranan dibêjim."

Dengbêj Ednan Omer amaje dike ku, dengbêjî çanda Kurdan e û divê keç û xortên Kurd jî li çand û dîroka xwe xwedî derkevin.