Pirtûkxane Navdarên Kurd: Baba Tahir Ûryan

Navdarên Kurd: Baba Tahir Ûryan

K24 – Navenda Nûçeyan

Filosof, zanyar, hozanê Kurd ê navdar Baba Tahir Ûryan, di navbera salên 937 – 1010an de jiya ye. Li Hamedana herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê de hatiye dine. Helbestvanê Ahle-Heq ango Yaresanî ye. Helbestên xwe bi zaravayê Lorî, Goranî yê Kurdî de nivîsandiye. Hin helbestên wî, di kitêba muqaddes ya Yaresanan “Serencam” de jî cîh girtine.

Hîn ji zaroktiya xwe ve,  bala xwe dide peydakirina zanyariyan, pirsên civatê, cîhanê, mirov, dîrokê. Evîna Îlahî dibe rêya wî. Nav û dengê wî di nav xelkê de bandorek berfereh dike. Beytên wî, gotinên wî, ramanên wî, helbestên wî di nav xelkê de belav dibin. Herweha bandora xwe li muzîka Farisî, Kurdî dike.

Ji ber navûdengê wî yê mazin Faris wî wekî filosofê Farisî didin nasandin. Lê, rastiya wê nî ne. Ew bi xwe, xwe bi Kurd binav dike. Hîn di xortaniya xwe de şevek gava gengeşe li gel xwendevanên xort ên din dike, sibehî radibe û vê beyta xwe ya navdar dibêje: “Ez şevê Kurd razam, biyanî Ereb şiyar bûm”. Hin şirovevan vê yekê bi zulma Ereban, ku li deverên Kurd pêkanîn dinirxînin. Ango, ew dever Kurd bûn, welatê Kurdan bû, lê Ereban bi zorê bidest xistin.

 

Berhemên wî:

Kelimetul Qisar

Çarîn

Dubeytî

Dîvân-i Kâmi-i Bahâ Tâhir Uryân

 

Hin çarîn / helbestên wî:

 

Çarîn

 

Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.

Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim

Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gumana min ev e ku xaliqê te
Veşartî î di temaşa te de ye

Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e

Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min

Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse

Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye

Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim

Eger destêm bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”

Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê

Were rojek dîdara te bibînim
Gul û sumbul bi dîdara te çînim
Were rûnin nik min salan û mehan
Da ku têr te bibînim nazenîn im

Were, were ku canan im tu yî tu
Were, were ku sultan im tu yî tu
Te b’ xwe zanî ku j’ bilî te ni zanim
Were, were ku îman im tu yî tu

Gulistan cihê te ey nazenîn im
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen, çi di gulxen, çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim

Bê te gulşen wek zîndan e li nik min
Gulistan agiristan e li nik min
Bê te aram û jî û jiyana min lê
Hemu xewa perîşan e li nik min

Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim?
Hebûn im agirîn çawan ne nalim?
Dibêjne min çawan û çend dinalî?
Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?