Pirtûkxaneya herî mezin a Bakur li Diyarbekirê tê avakirin

Yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên li Tirkiyeyê, li Diyarbekirê tê avakirin û ev pirtûkxane dê li gelemperiya bakûr wekî pirtûkxaneya herî mezin were amadekirin.
kurdistan24.net

 

K24 - Diyarbekir 

Yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên li Tirkiyeyê, li Diyarbekirê tê avakirin û ev pirtûkxane dê li gelemperiya bakûr wekî pirtûkxaneya herî mezin were amadekirin. Rayedarên şaredariyê didin zanîn ku ev daxwaz ji gel hatiye û armanca wan a vê xizmetê jî pêşîlêvekirina qadên zanistê ye. Welatî jî ji rayedaran dixwazin ku xizmetên ji bo pêşeroja ciwanan ronî bikin, zêdetir bibin da ku bandora teknolojiyê li ser nifşê nû kêmtir bibe.

Pirtûkxaneya herî mezin a Bakur li Diyarbekirê tê avakirin û ev pirtûkxane dê li Tirkiyeyê bibe yek ji pirtûkxaneyên herî mezin. Ev proje nêzî salek e hatiye danîn û dê pirtûkxane bi destpêka biharê re ji bo xizmeta zanistê were vekirin. Alîkarê Şaredarê Şaredariya Kayapinarê Mustafa Çelîk dibêje; ev pirtûkxane li ser daxwaza xelkê bajêr tê çêkirin û pirtûkxane dê ne tenê ji bo xelkê bajêr; dê ji bo xizmeta hemû herêmê vekirî be.

Mustafa Çelîk li ser vê pirtûkxaneyê ji K24ê re got: "Diyarbekir bajarekî mezin e; milyonek mirov lê dijîn. Lê tenê pirtûkxaneyeke me heye. Melûm e ez hîn zarok bûm diçûm dibistanê,ew der  çawa bû; niha jî wisa ye. Ango ev ji bo me cihê heyfiyê ye. Ez dikarim bibêjim ku 300 sal beriya niha tenê li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê 8 pirtûkxane hebûne. Di dema Selahadînê Eyûbî de li Diyarbekirê pirtûk û pirtûkxane zêdetir bûne."

Li gorî naveroka projeyê; bi taybetî dê di çêkirina pirtûkxaneyê de avahîsaziya berhemên li navçeya Sûrê mînak werin girtin. Ji ber ku li Diyarbekirê tenê pirtûkxaneyek hebû, çêkirina vê pirtûkxaneya nû;  ji aliyê welatiyan ve jî bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin. Welatî Bîlal Demîr jî dibêje; pêwîstî bi xebatên wiha gelek e û em hêvî dikin mînakên bi vî rengî li nav bajêr werin zêdekirin.

Welatî Bîlal Demîr dibêje: "Ez wekî welatiyekî Diyarbekirî, dixwazim hejmara van pirtûkxaneyan zêde bibe. Em hêvî dikin ku bi vê pirtûkxaneya dorfireh re zarokên me û ciwanên me zêdetir bi pêş ve biçin. Qet nebe êdî dê ciwan ji bo girtina agahiyan, ewqas dema xwe li kafeyên înternetan ziha nekin."

Pirtûkxane dê ji sê beşan pêk were; beşek a malbatên bi zarok, beşek a xwendekaran û beşek jî dê ji bo lêkolînên zanisî be. Li beşa xwendekaran a pirtûkxaneyê dê navê Zanistê Kurd ê xwedî Xelata Nobelê Prof. Dr. Azîz Sancar bê danîn; li beşa lêkolînên zanistî jî dê navê Prof. Dr. Fuad Sezgîn bê danîn ku wî jî di serdemekê de bi agahiyên ol û zanistê navê xwe li cîhanê daye bihîstin.