Cem Şivan xelata gîtarîstên navnetewî girt
K24 – Navenda Nûçeyan
Gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul li welatê Îtalyayê di pêşbirka gîtarîstên navnetewî de bû yekemîn.
Li Paytexta Îtalyayê Romayê Pêşbirka Gîtarîstên Navnetewî ko ser navê gîtarîstê navdar ê cîhanê Alîrîo Dîaz tê kirin, bi rê ve çû. Gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul jî beşdarê pêşbirkê bû û berhemên Johann Sebastian Bach, Joaquin Rodrigo û Antonio Lauro jenand. Di encama pêşbirkê de Gîtarîstê ciwan ê kurdan Cem Şivan Ergul di beşa xwe de bû yekemîn.
Cem Şivan Ergul ji xelkê bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê ye û sala borî jî di 4. Festîvala Gîtara Klasîk a li Stenbolê de bû bû yekemîn.
C.B