Dengbêj Kesê nêzî 500 stranên dengbêjiyê qeyd kirine

Dengbêjekî Serhedê ku niha li Enqereya Tirkiyê dijî, bi mebesta xwedî li mîrata Kurdî were derkevin, nêzî 500 stranên Kurdî yên zemanê berê nav bi nav qeyd kirine da ku neyên jibîrkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Gelek stranên Kurdî bi xêra dengbêjiyê nehatine jibîrkirin û heta roja îroyîn hatine parastin. Dengbêjekî Serhedê ku niha li Enqereya Tirkiyê dijî, bi mebesta xwedî li mîrata Kurdî were derkevin, nêzî 500 stranên Kurdî yên zemanê berê nav bi nav qeyd kirine da ku neyên jibîrkirin. Giştiyê stran jî stranên denbêjê Resoyê ku wek mîrê dengbêjan tê zanîn e.

Dengbêj Kesê biraziyê dengbêjê navdar Resoyê ku digel Şakiro gelek dengbêjan perwerde kirine ye, niha her çiqas dûrî axa welatê xwe Erziromê bibe jî li xeribiyê ji bo parastina mîrata çanda Kurdî dengbêjiyê dike. Kesê nêzî 500 stranên zemanên berê, ji bo ku neyên jibîrkirin bi destê xwe nav bi nav qeyd kiriye û hê jî stranên Kurdî yên berê her ku tê bîra wî qeyd dike da ku nifşên li pey wî xwedî li mîrata Kurdî derkevin.

Dengbêj Kesê ji K24ê wiha axivî: “Dema dibe êvar, gelek dost û heval telefonê min dikin dibêjin keke Kesê civata me dixwaze dengê te guhdar bike ji telefonê ji me re çend stran bêje. Ez jî dikevim odeyek û ji telefonê ji cıvata min dûr re heta du saetan stranên cuda dibêjim. Hem dile xwe hem jî dile civatê xweş dikim.”

Dema şerê cîhanê yekem bav û kalê Kesê ji Yêrîvanê koçî Serhedê kirine piştre li Qereçobana Erziromê bi cîh bûne. Kesê ji zaroktiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye û xwe wek şagirdê mamoste û dengbêjê mezin ê Kurdan Reso ku apê wî ye dide naskirin. Gelek dengbêjên wek Şakiro jî li cem dengbêj Reso perwerde bûne. Kesê yu ku niha li Enqereya Tirkiyê dijî di salên 1990'î de li vî bajarî digel Şakiro du band tijê kirine yanê herdu bihevra nêzî 60 stranên Kurdî qeyd kirine.

Dengbêj Kesê dibêje: “Dengbêjî kultira me Kurmancan e. Eger em dengbêj nebûyana tu kes Evdalê Zeynikê nas dikir, tu kes Xalid Begê Cibirî nas dikir, tu kes Şêx Seîd Efendî nas dikir? Mêrikê dengbêj kîteb e kultir e. Xwedê kiriye dengbêjê me Kurmancan hebûne û deng dane kultira me da ku winda nebin û heta em dengbêj hebin jî kultira me dê her berdewam be.”

Dengbêj Celal jî wek Kesê ji Serhedê ye û niha ew jî bi dengbêjiya xwe hewla parastina kultira Kurdî dide.

Dengbêj Celal ji K24ê got: “Bi xêra dengbêjan û bi saya kultira dengbêjiyê gelek berhemên girîng ên Kurdan hatine parastin. Kîjan dengbêj çi gotibe tê zanîn. Degbêj di mîrata Kurdan de jî xwediyê cîheke girîng digirin.”

Kesetên ku tê de deng û awazên Kurdî yên dengbêjên berê hatine qeydkirin ku zemanekî guhdarîkirina wan qedexe bû ji aliyê Kesê ve heta îro hatine parastin. Ji vê teyba kevn jî dengên veşartî ku ji aliyê gelek Kurdan ve nehatine guhdarîkirin lê dide.