Romana li ser jiyana Osman Sebrî derket

Li Wanê ji bo danasîna romana li ser jiyana rewşembîr û siyasetmedarê navdar yê Kurd Osman Sebrî roja îmze û guftogoyê, bi nivîskarê romanê Mehmet Oncu re hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê ji bo danasîna romana li ser jiyana rewşembîr û siyasetmedarê navdar yê Kurd Osman Sebrî roja îmze û guftogoyê, bi nivîskarê romanê Mehmet Oncu re hat lidarxistin. Di romana ku tê de bi zimanekî folklorî û edebî ya Kurdî behsa seranseriya jiyana Osman sebrî tê kirin ji dora 400 rûpelan û 28 beş ango sernivîsan pêk tê.

Nivîskarê romana ‘Şihîna Hespê Azad’ Mehmet Oncu, radigihîne ku di romanê, ji zarokatî heta rewşembîrî û pêwendiyên wî yên bi kesayetên navdar re, ji zewaca wî heta boçûnên wî yên siyasî, hemû jiyana Osman Sebrî hatiye raxistin.

Nivîskarê Kurd Mehmet Oncu ji K24ê re got: “Osman Sebrî, kesayetkî binxetêye û li ser xetê nehatiye nasîn, min xwest bi kesayetiya xwe ya binxetê, li ser xetê jî bê nasîn. Bawerim jî ez gihiştime merama xwe.”

Di roja îmzeyê de li gel romana jiyana Osman Sebrî berhemên wî yên din jî hatin îmzekirin.

Nivîskarê Kurd û xwediyê weşanxaneya Sîtavê Kahar Bateyî ku vê romanê weşandiye jî tîne ziman ku di şertên zor û zehmet de hewla xizmeta çand û zimanê Kurdî didin. Bateyî radigihîne ku berhemekî ku li ser enfalkirina 8 hezar Barzaniya hatiye nivîsandin jî dê di demeke kurt de bigihînê xwedekaran.

Weşanger û Nivîskar Kahar Bateyî dibêje: “Kurdî hatiye dorpêçkirin, em her tim dibêjin: Kurd bi xwe jî li zimanê xwe xwedî dernakevin. yanî karê neyarên Kurda ewe ku Kurdî qedexe bikin, tune bikin û dorpêç bikin. Lê divê Kurd bixwe li zimanê xwe, çand û wêjeya xwe xwedî derkevin. Lê mixabin ew xwedîlêderketin gelî nîn e.”

Yekem çapa Romana Şihîna Hespê Azad, ji Weşanxaneya Sîtavê di Tebaxa 2017’an de hatiye derxistin û beriya Wanê li Stembolê jî roja îmze û gutogoyê hatiye lidarxistin.