Li Stenbolê binpêkirina mafên zarokan bû mijara pêşangehekê

Li Beyogluya Stenbole bo balkişandina ser îstismar û kedxwariya li ser zarokan pêşangeheke taybet tê lidarxistin. Di pêşengehê de hunermend Toprak Bek bi peyamên tund baldikişîne ser binpêkirina mafên zarokan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Beyogluya Stenbole bo balkişandina ser îstismar û kedxwariya li ser zarokan pêşangeheke taybet tê lidarxistin. Di pêşengehê de hunermend Toprak Bek bi peyamên tund baldikişîne ser binpêkirina mafên zarokan.

Li Stenbolê di galeriyeke hûnerî de pêşangeha Toprak Bek ya bi navê "Kuştina Zarokên Wenda" bi peyamên xwe yên tund baldikişîne ser rewşa zarokên karker û yên rastî dest dirêjiyê tên. Û herçiqas bi van peyaman ji aiyê hin kesan ve bê rexnekirin jî piraniya beşdarên pêşangehê vê xebata hûnerî gelekî serkeftî dinirxînin. Hunermend Toprak Bek di pêşangehê de amaje kir; li Tirkiyê rewşa zarokan her ku diçe berev asteke xirabtir diçe û bo ku dengê wan zarokan bigihîne cîhanê wî ev pêşangeh lidarxistiye.

Hunermend Toprak Bek ji K24ê re dibêje: "Ev pêşangeh li ser peyameke pîroz û cîvakî radiweste. Her zarokek bivê nevê ji dê û bavên xwe bandorê werdigre û helbet dê û bav jî bi heman şêweyê di bin karîgeriya dê û bavên xwe de ne. Anku hemû li ser doktrînên cûda fêrî hezkirin, xembarî, êş û nefretê dibin. Ev zêdeyî 3 sale ez li ser îstîsmar anku kedxwariya zarokan dixebitim. A rastî li hemû cîhanê zarok li rastî îstîsmarê tên lê bi taybet van salên dawiya ev yek li Tirkiyê her ku diçe zêdetir dibe. Min jî bo balkişandina ser vê mijarê ev pêşangeh amadekir."

Hin welatiyên ku tên serdana pêşangehê jî di serî de hinekî aciz dibin lê ew dibêjin pêşangeh rastiya îroyîn derdixe pêş çavan loma divê mirov çavê xwe li rastiyê negirin. Herwiha welatiya beşdar Îpek Yegînsu jî ji rewşa îroyîn ya zarokan giliyên xwe tîne ziman û amaje dike: "yek ji sedema bingehîn ya aloziyên li ser dinyayê kedxwarî û îstismara li ser mafên zarokan e. Û heta ev yek neyê sererastkirin jî cîhan tu carî aram nabe.

Welatî Îpek Yegînsu got: "Bi ya min li cîhanê yek ji sedema herî mezin ya peydabûna alozî û arîşeyan, binpêkirina mafên zarokan e. Ev jî dibe sedem ku nifşeke brîndar rabe. Pêlistokên zarokan çawa ku dibin parçeyek ji wan zarok jî piştî demekê dibin pêlistokên mezinan, divê pêşî li vê yekê bê girtin."

Pêşangeha bi navê Kuştina Zarokên Wenda bo rû bi rû hatina encamên binpêkirina mafên zarokan dê bi maweya mehekê li Beyogluya Stenbolê dê bo hûnerhezan vekirî be.