Li Stenbolê 4 hezar stranbêjên zarok û ciwan di festîvalekê de kom bûn
K24 – Stenbol
Li Stenbolê nêzîkî 4 hezar sitranbêjên zarok û ciwan yên ji gelek bajarênTirkiyê di festîvalekê de kombûn û berhemên xwe pêşkêşî guhdaran kirin.Ev festîvala ku hewl dide derfetê bide sitrajên nû îsal ve cara 5 ê tê lidarxistin.Sitranbêj û mamosteyên ciwanan yên beşdarî, festîvalî bûyîn jî kêfxweşiya anîn ziman û behsa giringiya van çalakiyan kirin.
Stranbêjên ciwan yên ji her derên Tirkiyê Li Stenbolê di festîvala Koroya pirdeng de lihev kombûn. Di festîvalê de ji zarokên 7-8 bigrin heta ciwanên 30 salî nêzîkî 4 hezar sitranbêjan birêya 104 koroyan berhemên xwe pêşkêşî guhdaran kirin.
Di festîvalê de ji bilî zarokên dibistanan gelek grupên hunerî yên zanîngehan jî beşdar bûn. Rêveber û şefê koroya zanîngeha Batmanê Rohat Cebe got bi rêya van festîvalan derfet ji bo ciwanan tê dayîn û tiştên wiha ji bo pêşketina hunerê dibe gavên baş.
Rêveber û şefê koroya zanîngeha Batmanê Rohat Cebe ji K24ê re got: ''Em dixwazîn hunera xwe di asta navdewletî de bidîn naskirin.Li vê derê em dibînin ji gelek cihan komên muzîkê hatîne û derfet dîtine berhemên xwe pêşkêş bikin.Ji bo pêşketina hunerê û ciwanan ev festîvalên wiha gelekî giring in.''
Endamên koroyê yên beşdarî festîvalê bûyîn jî kefxweşiya xwe wiha anîn ziman.
Endama Koroya Batmanê Îpek Pîşkîn got: ''Ez wek xwendekara beşa hunerê gelekî kêfxweşim beşdarî vê festîvalê bûme.Çalakiyên wiha derfetê didin ciwanan gelek kêm in hêvîdarim bêne zêde kirin.''
Hunermend û rêvebera festîvalê Mûjgan Ozçayê jî ragihand ew bi rêya van çalakiyan dixwazin rê ji ciwanan re vekin da ku huner pêşbikeve.
Hunermend û rêvebera festîvalê Mujgan Ozçay wiha axivî: ''Li dibistan û zanîngehên me xemsariyek mezin li ser mûzîka koroyê heye .Me jî xwest em bi rêya vê festîvalê hem xweşiya vê mûzîkê cardî bînin berçavan hem jî ji bo ciwanan derfeteke nû derxînin. Ve 5 sal in em van çalakiyan pêktînin û niha jî em dibînin êdî ev huner jî pêş dikeve.''
Ev festîvala ku ji zarokan heta mezinan hezaran sitranbêjên ciwan li xwe kom kirîn bi rêya gelek koroyên ciwan bidawî hat.