Filmekî Îranî bo guhertina nêrîna tund ya li ser Îslamê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Derhênerekî Îranî filmekî li ser zaroktiya pêxember “Mihemed” berhem anî, bo guhartina “wêneya tund” ya ola îslamî.

Fîlmê “Mihemed pêxemberê îslamê” yê derhênerê Îranî Mecîd Mecîdî îro, 26 Tebaxê, li 143 holên sînemayê li Îranê tê nîşandan. Bi vî filmî jî sibe vestîvala Monteryal ya sînemayî tê vekirin.

Mecîdî derbarê vî filmî de ji France24 re ragehand ku, ew hêvî dike bi riya vî filmî nêrîna tund a li ser îslamê, biguhêre. lê got jî: “Bi filmekî tenê ew nikara wêneya îslamê ya tund biguhêre.”

Herwiha Mecîdî dibêje ku filmê wî dê yekîtiyê di navbera “Sine û Şîeyan” de çê bike, nexasim ku li gelek welatên herêmê rûbirûyî hev dibin.

Derbarê pirsgirêka ku dê ev film li welatên misliman çê bike, Mecîdî got, dibe ku dewletên mîna Suidiya Erebistanê vî filmî wekî pirsgirêkekê bibînin, lê gelek welatên din daxwaza vî filmî kirine.

Li gor dehenêrê Îranî, nêrîna oldarên Sine û Şîe yên Îran û Tirkiyê derbarê çîroka wî filmî de hatiye standin.

Tê zanîn ku di sala 1976an de derhênerê Sûrî Mistefa Eqad filmê “Peyam” li ser jiyana pêxember Mihemed berhem anîbû, gelek gotûbêjên nerazîbûnê û pirsgirêk di wê demê de hatin der.