Dengbêj Nesrîn Şêrwan li Stenbolê hat bîranîn

Ji aliyê grupeka xwendekarên Kurd ve li Stenbolê ji bo dengbêja Kurd Nesrîn Şêrwanê şeveka bîranînê hat lidarxistin
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji aliyê grupeka xwendekarên Kurd ve li Stenbolê ji bo dengbêja Kurd Nesrîn Şêrwanê şeveka bîranînê hat lidarxistin. Ev şeva ku Kurdên Stenbolê eleqeyeke baş nîşandayî de dengbêjên navdar yên herêma Botanê sitranên xwe pêşkêş kirin. Nesrîn Şêrwana ku di sala 1944 li Bexdayê di radyoya Kurdî de stran pêşkêş kirî li gel hunermendên navdar yên wek Mihemed Arîf Cizrawî û Îsa Berwarî stran gotine.

Li Stenbolê ji aliyê grupeka xwendekarên Kurd ve şeveka dengbêjan ji bo bîranîna dengbêj Xoxa Belûzerî an jî wek tê naskirin Nesrîn Şêrwanê lidar xistin. Di şeva bîranînê de 4 dengbêjên navdar yên herêma Botanê Henîfa Şirnexî, Dengbêj Kurdê, Evdilayê Goyî û Cemalê Mihê bi kilamên xwe çand û mûzîka Kurdan anîn Stenbolê. Dengbêjên ku beşdarî vê şevê bûyîn ji eleqeya baş ya Kurdên stenbolê kêfxweşiya xwe anîn ziman û xwestin ev çanda dengbêjiyê dinav gencan de jî berdewam bike.

Dengbêj Henîfa Şirnexî ji K24ê re got: ''Bila ciwanên me xwe bidin nehêlin ti cara ev çanda bab û kalên me neyên wenda kirin,bila huner û keda dayikan neyê wendakirin.Ez dixwazim îşev bo xatirê çand û hunera Kurdî ciwanên me guhdariya me bikin.Ez bawerim keda Xoxa Belûzerê her wekî ya Eyşe Şanê û wek ya Miryêm Xanê nayê wenda kirin inşîlleh.''

Dengbêj Cemalê Mihê dibêje: ''Em ji herêma Şirnexa rengîn hatînê heta vêderê ,bajarê stenbolê. We em daxwaz kirîn. Me jî divê em bernameyekê pêşkêşî we bikin xwedê çi bike qismet emê ji we re bêjin. Li ser navê çand û hunera Botanê.

Di şeva bîranînê de gelek sitranên navdar yên herêma botanê ji bo guhdaran hat pêşkêş kirin.Dengbêjên ku beşdarî vê şevê bûyîn ragihandin gelek sitranbêj û dengbêjên Kurdan hene ku hatîne ji bîr kirin û nayên naskirin ji ber wê ev çalakiyên ku wan sitranbêj û dengbêjan bibîrtînin gelekî giring in.

Dengbêj Dengbêj Kurdê got: ''Em gelek memnun în we keda Xoxa Belûzerî (Nesrîn Şêrwan) cardî anîn berçavan û ev ked anîn ser rûyê erdê. Em gelek kêfxweş in. Em gelek memnûn în ,Em gelek kêfxweşin ku gencên me guhdariya me bikin. ''

Dengbêj Evdila Goyî wiha axivî: ''Ez ji herêma Botanê hatîme Stenbolê ,li ser daxwaza milletê xwe ,çand û hunera xwe,li ser bîranîna Nesrîn Şêrwan ê. Em gelek kêfxweş bûne welatiyên me qesta me kirîne û hatîne dîtina me û guhdariya me.''

Nesrîn Şêrwan piştî ku sala 1933ê ji bajarê Şirnexê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe sala 1944ê diçe Bexdayê û li wê derê di radyoya Kurdî de sitranên gelerî pêşkêş dike. Wê di jiyana xwe de li gel hunermendên navdar yên Kurd Mihemed Arîf Cizrawî,Îsa Berwarî ,Hesen Cizîrî û gelek hunermendên dî sitran gotîne û di sala 1990 de li Bexdaye çûye ber dilovaniya xwedê.