"Xwezaya Mîksê bandoreke berbiçav li felsefeya Feqiyê Teyran kiriye"

Feqiyê Teyran ku zana û alimekî mezin ê Kurda ye jî temenê xwe li Mîksê derbas kiriye û turbeya wî jî li wê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Mîksê

Mîksa navçeya Wanê, bi xwezaya xwe ya taybet û alim zanayên ku jê derketine tê nasîn. Bi taybet jî Feqiyê Teyran ku zana û alimekî mezin ê Kurda ye jî temenê xwe li Mîksê derbas kiriye û turbeya wî jî li wê ye. Lêkolîner Îbrahîm Sûngûr jî dibêje, gelek bandora xwezaya Mîksê li ser felsefeya Feqiyê Teyran çêbûye.

Mîksa navçeya Wanê ku li gel Feqiyê Teyran gelek zana û alim jê derketine; di hembêza çiyayên bilind de, bi avên ku bi bez û kefa sipî lê diherikin û şînahiyeke ku di geliyên avîde xwezayê dixemlînin deye.. Li gor gotinên şêniyên wê hewildoriyê 8 meh demsala zivistanê lê bandor dike, 4 mehên mayî jî wek biharê derbas dibin.

Lêkolîner û nivîskarê Kurd, Îbarahîm Sûngûr ku li gel dibîstanên hemdemî, li medreseyan jî xwendiye radigihîne ku Feqiyê Teyran, xwezayê û ajal û amûrên wê ji bo felsefe û evîna xwe ya wahdet-el-vicud bikaraniye û yekem wêjekarê Kurde ku "Danaxaftinê" bikar aniye.

Lêkolîner û Nivîskar Îbrahîm Sûngûr ji K24ê re wiha axivî: "Heta asta tasavûfê û ji wê astê jî gihiştiye asta 'Wahdet-el-Vicûd' ku ger mirov kiyas bike pêxember çewa bi xweda re hevdîtin kiriye ku wek mîraç tê zanîn, Wehdatel Vicûd jî asta herî bilind a tasavûfê ye."

Li seriya turbeya Feqiyê Teyran, bal tê kişandin ku ew wek dengbêjê xwezayê bûye û pênasa wî jî ne şah û padîşahê çûkan e, şagirt ango Feqiyê çûkan e.

Hecî Tahir Oztekînê 88 salî jî, ji gundê ku turbeya Feqîyê Teyarn lê ye û wî jî temenê xwe li vir borandiye. Hecî Tahîr beyîtên Feqiyê Teyran ji bo Kurdistan24 dixwîne ku jiber kiriye.

Hecî Tahîr Oztekîn dibêje jî: "Li gor pêzanîn min, Feqiyê Teyran ji vî gundîbuye û berê navê vî gunda jî ertoş buye. Feqiyê Teyran çuye Avrazê li gel Mele Mihemedê Qutip yê Avrazî xwendiye û piştre jî çuye Cizîrê."

Lêkolîner Îbrahîm Sûngûr, bale dikşîne ku li Mîksê av û xwezayeke ku bihuştê bibîr tîne û Feqiyê Teyran jî bi wê xwezayê re axifiye.