Konsera mûzîka çelloyê guhdar mest kirin

Li Enqerê Koma ku 4 jinên hûnermend ava kiriye ‘ÇELLOBELLA’ li Navenda Hûnera Nûjen ya Giredayî Şaredariya Çankayayê konserek saz kirin.

Sait Ozmen – K24 Enqere

Li Tirkîye entsrûmana çelloyê di nava amûrên jendar de ji ber ku perwerdahiya wê kêm e her wiha ji ber teşwiqa li ser çelloyê jî li gorî enstrûmanên din wekî kemanê ne zêde ye û ji aliyê civaka Tirkiyê baş nayê naskirin.

Li Enqerê Koma ku 4 jinên hûnermend ava kiriye ‘ÇELLOBELLA’ li Navenda Hûnera Nûjen ya Giredayî Şaredariya Çankayayê konserek saz kirin. Di vê konserê de 4 jinên şagirt, Gozde Çerçî, Damla Çayli, Melîs Ezgî Sakabaş û Sînem Karasu, hem ji bo danasîna koma xwe û müzîka Çelloyê derketin pêşberî welatiyan. Ji bilî vê yekê danskerên tangoyê jî bi dansa xwe alîkarî dane stranên hûnermendan.

4 jinên hûnermend dane zanîn ku koma xwe salek û nîvek berê ava kirine û di serdema ava kirinê de jî beremberî gelek zehmetiyan mane. Hûnermend Damla Çayli got: “Ji ber ku em hiskiriyên vî karîne dikin. Em ji dil û can têne vêderê û ji bo vê komê wextê xwe vediqetînin û ji bo vê komê dixebitin.”

Hûnermend Gozde Çerçî jî wiha axifî: “Berî niha bi sal û nivek berê me mil da vî karî û em ketin vê rêyê. Me konsera xwe ya dûyemîn li dar xist. Em hêvîdar in di salên pêşiya xwe de konswerên hê balkêştir bidin.”

Hûnermend Melîs Ezgî Sakabaş hestên xwe wiha anîn ziman: “Dema ku me ev kom ava kir –em hemu şagirtên heman zanîngehê bûn-mebesteke me hebû. Ew jî ji bo ku em bikarbin şahiya mûzîka klasik bidin jiyandin.”

Welatiyên ku beşdarî konsertê bûn piştî konserê bo Kurdistan 24ê nêrînên xwe anîne ziman. Welatî Mêr got: “Têra xwe xweş bû. Divê ew tişt hem li Tirkiyê hem jî li derveyî welêt bênê gûhdarîkirin û her wiha danesandin.” Jinek jî wiha dibêje: “Pêkhateyeke zor çak bû. Enqere berî niha bajarekî geleki çandî bû, xwezî tiştên bi vî rengî zêdetir ben çêkirin.”

Her wiha hûnermendan mizgîniyek dane heskirîyen xwe û diyar kirin ku ew ê di rojên pêş de konsera xwe ya sêyemîn saz bikin. Endamên komê dan zanîn ku ew ê di konsera xwe ya sêyemîn de hinek klaman di nava repertûara xwe de bi cih bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/69a26e12-37f7-4488-a4d4-3ab0bbaddbb6/turkya.ism/manifest