Albumeke ji wêneyên 112 salan hatiye tomarkirin tê amadekirin

Di wêneyan de hem serdemên ku li Wanê hatine û darbasbûne, hem jî ji guhêrîn û guhastinan nimûne cîh digrin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Komeleya Wênekêşan ya Wanê, foto ango wêneyên ku ji 1905’an heta niha, li Wanê hatine kişandin, di albumekî de dicivînin. Di wêneyan de hem serdemên ku li Wanê hatine û darbasbûne, hem jî ji guhêrîn û guhastinan nimûne cîh digrin. Tayfûn Çîftçî ku vê projeyê birêve dibe jî, tîne ziman ku ji bo paşerojê, raborî girînge û ev berhem jî dê bibe çavkaniyeke baş.

Tayfûn Çîftçî ku niha serokê Komeleya Fotokêşên Wanê ye û 11 sal e fotokêşî dike; xebatekî dike da ku pirtûk-albumekî ji wêneyên ku ji sala 1905’an heta 2017’an, li Wanê hatine kişandin amade bike. Tayfûn Çîftçî radigihîne ku sal û nîv berê ev fikir pê re çêbuye û dest bi lêkolîn û xebatên xwe kiriye.

Çîftçî tîne ziman ku, baldarî û eleqederiya wî ya ji bo foto ango wênyan ji hêst û çirokên li ser her wêneyekî peyda dibûn û dihatin behskirin destpêkirkiye û ji ber ku wêne li gel çîrokên xwe peywira belgeyan jî dibînin wî xwestiye projeyeke wiha daye destpêkirin û meşandin.

Tayfûn Çîftçî dibêje: “Di vê albumê de, mirov, dê Wana berê, kesayet û şexsiyetên girîng yên Wanê û yên ku hatine Wanê bibînin. Avahiyên dîrokî, bajar û xwezaya sedsal berê ya bajêr, wêneyên ji jiyan û xwezaya Wanê bi agahî û çîrokên xwe, dê di vê album-pirtûkê de cîh bigrin. Yanî ev pirtûk dibe wek bîr (hafıza) ji bo nivşên nû.”

Tayfûn Çîftçî radigihîne ku dayîka wî û  fotokêş Ferûh Atakan di serî de ji gelek fotokêşên li Wanê ku beriya wî xebatên fotokêşî kirine, arşivên cuda yên li Wanê û derve jî alîkarî û piştgirî kirine û ev jî karhêsanî bo wî peyda kiriye.

Îkram Kalî ku, rêvebirê rojnameyeke Wanêye jî yek ji wan kesaye ku bi arşiv û hewldanên xwe piştgiriya vê projeyê kiriye. Kalî tîne ziman ku ew amadene her xebatekî ku li ser bajarê Wanê bê kirin re alîkarî û piştgiriyan bikin.

Rojnamevan Îkram Kalî got: “Ji ber, koça ku nişteciyên Wanê, ji Wanê koç kirine û koçberên ku hatine Wanê, xuya dibe ku guhêrînên mezin peyda bune. Ji berk u ev album dê bibe bîra (hafiza) bajêr, me jî bi kêfxweşî piştgirî dayê. Wêneyên di albumê de ew guhêrîna çandî û civakî ya li Warê dibin belge û ji bo nifşên nû dê bimîne.”

Di album-pirtûkê de, bajarê berê yê Wanê ku ji taxên Misilman û Ermanan pêkhatîbûye û ku niha ji çend nimûneyên xerabe bêtir bermayî jî jê nemane jî wêne hene. Ast bi ast sazûmaniya bajarê nû jî bi belgeyên wêneyan tên nişandan.

Albuma ku, dê ji nav teqrîben 3000 wênyan; wênyên bên bijartin û li gor kronolojiye, bi çîrok û agahiyên xwe re bên behskirin; tê pêşbînî kirin ku beriya 2 Nîsana 2018’an bê çapkirin û belav kirin.