Pêşangeha pirtûkan a 6emîn li Diyarbekirê dest pê kir

Li Diyarbekirê piştî navbereke 4 salan, Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP'ê ya 6. dest pê kir. Di pêşangehê de 30 jê bi Kurdî, bi tevahî 142 weşanxane beşdar bûne û 250 nivîskar jî dê ji bo destnîşankirina pirtûkên xwe di pêşangehê de cih bigirin. Pêşangeh dê heta 30'ê Îlonê ji bo serdana xwîneran vekirî be.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê piştî navbereke 4 salan, Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP'ê ya 6. dest pê kir. Di pêşangehê de 30 jê bi Kurdî, bi tevahî 142 weşanxane beşdar bûne û 250 nivîskar jî dê ji bo destnîşankirina pirtûkên xwe di pêşangehê de cih bigirin. Pêşangeh dê heta 30'ê Îlonê ji bo serdana xwîneran vekirî be.

Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP'ê ya Diyarbekirê, cara 6. di Navenda Kongre û Pêşangehê Ya Diyarbekirê de dest pê kir. Pêşangeh bi beşdariya Parêzgerê Diyarbekirê, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl; bi merasîmekê hat vekirin û lidarxistina 6'emîn a pêşangeha pirtûkan a li Diyarbekirê, bi erênî hat pêşwazîkirin. Di pêşangehê de 30 jê weşanxaneyên bi Kurdî; bi tevahî 142 weşanxane beşdar bûne. Weşangerên Kurd bang li xwînerên Kurd kir û da zanîn ku rewşa weşangeriya Kurdî ne baş e û xwest ku xwedî li weşanxaneyên Kurdî bê derketin û hişmendiya xwendina bi zimanê dayîkê zêdetir bê belavkirin.

Weşanger Bawer Berşew ji K24ê re got: "Tişta bala min kişand ew e ku îsal weşanxaneyên Kurdî ji berk u derfetên wan têrê nekir bûn yek û tevlî pêşangehê. Qasî 10 weşanxaneyên Kurdî bi vî awayî beşdar bûn. Em hêvîdar in û li benda xwîneran in."

Mahfûz Serhedî got: "Banga min ji bo keç û xort û dayîk û bavan ew e kul i weşanxaneyan xwedî derbikevin. Rewşa weşanxaneyên Kurdî giran e. Bila werin pirtukên bi Kurdî bistînin."

Di Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê de dê 250 nivîskar jî beşdariya pêşangehê bikin. Yek ji nivîskarên beşdar ê pêşangehê Nezîrê Cibo jî bang li xwînerên Kurd kir ku xwendina pirtûkan ji bo Kurdan wekî pêdiviyeke sereke ya jiyanî ye.

Nivîskar Nezîrê Cibo dibêje: "Bo Kurdan ji hemû milletên cîhanê ferztir e ku bixwînin. Xwendin ji bo Kurdan wek nan û hewayê ye."

Xwînerên Diyarbekirê jî ji bo ku pirtûkên daxwaz dikin peyda bikin, berê xwe dan pêşangehê. Gelek xwînerên ku paşê hînî xwendina bi Kurdî bûne, bal kişandin ku xwendina bi Kurdî, tahmeke cuda ye.

Xwîner Ahmet Ekîn: "Berê min nedizanî bi Kurdî bixwînim. Piştî ku ez hînî xwendina bi Kurdî bûm min dît ku tama wê gelek xweş e û bila Kurd di warê xwendinê de xwe pêş bixin."

Xwîner Mahsûm Tûnç: "Dema ku min edebiyata Kurdî keşif kir min dît ku di cîhanê de Edebiyatek mîna Kurdî xweştir û dewlemendtir tine ye."

Li gorî daneyên organîzatoran, beşdariya weşanxaneyan a di pêşangehê de li gorî salên borî ji %20 zêde bûye. Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP'ê ya 6. ku di 25'ê Îlona 2018'an de dergehên xwe ji bo xwîneran vekir, dê heta 30'ê Îlonê; roja yekşemê ji bo serdêran vekirî be.