Pirtûkxane Li bajarê Îzmîrê weşangêriya Kurdî

 

K24 – Îzmîr

Li Tirkiyê weşangêriya Kurdî di şertên zor û zehmet de hewl dide ku li ser piya bimîne. Li bajarê Îzmîrê jî nivîskar û weşangêr ji bo wêje û weşangêriya Kurdî bidin danasîn hewl didin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê weşanxaneyên kitêbên Kurdî pitir li bajarên wek Diyarbekir û Stenbolê bi cih bûne. Lêbelê li Îzmîra bajarê Tirkiyê jî nivîskar û weşangerên Kurd ji ber ku nêzîkî milyonek Kurd li vir dijîn, bi armanca ku ziman û wêjeya Kurdî li vir jî geş bikin weşanxane ava kirine û kovarên Kurdî derxistine. Li Izmîrê salê tenê nêzî 20-25 pirtûkên Kurdî tên weşandin û ev pirtûk jî bi taybetî ji pirtûkên wêje, çîrok, helbest, roman û ji pirtûkên ziman û zarokan pêk tên.

Li bajêr heta sala 2015an tu weşanxaneyên Kurdî tune bûn û ji ber vê yeke jî kesên ku bi wêjeya Kurdî re eleqedar bûn jî pirtûkên Kurdî peyda nedikirin. Yek ji van nivîskar û weşangerên Kurdên Izmîrê Berfo Barî jî diyar dike ku wan ji bo pêşketin û danasîna zimanê kurdî ev weşanxane damezrandiye lê ji ber ku xwendeyên Kurdî kêm in ew karê weşangeriyê bi zehmetî bi rê ve dibin.

Xwediyê Weşanxaneya “Na” Berfo Barî ji K24ê re jî wiha axivî: “Bi rastî hem weşanger fedakariyê dikin hem nivîskar fedakariyê dikin, yanî rewşa bazara kurdî nebaş e, ku rewşa bazara kurdî baş bibe dê weşangêr jî ji nivîskaran pareyan nastîne, mixabin vê deme wisa nîne û dan û standin jî tune. Pirtûkan tu distîne tev di embaran de dimînin. Me di destpêkê jî de du mîsyon hilgirt ser xwe yek; ji bo ku em ji kesên ku bi kurdî dinivîsînin re bibin alîkar herwiha bi awayekî kurdî bidin jiyankirin. Dudu ji bo kalîteya wêjeyê”

Li aliye din li gorî nivîskar û weşangeran li bajarê Îzmîrê girseyeke mezin ya Kurdan heye, lê belê tenê derdoreke wek marjînal bi wêjeya Kurdî re eleqedar e û amaje pê dikin ku çalakiyên edebî ku li Îzmîrê tên lidarxistin li gorî yên siyasî gelek qelstir dimînin. Nivîskar Recep Dildar jî balê dikişine ser zimanê Kurdî û dibêje divê pêşî baweriya mirov bi zimanê wî were.

Nivîskar Recep Dildar jî dibêje: “Li Îzmîrê bajarê Egeyê gelheyeke kurd zêde heye, lê ev tepisandine yanî tirsîyan e, kurdbûna xwe diyar nakin. Divê ku ev bawerî çebibe ku bi zimanê xwe baweriyek çebibe ku kurd hindeki li hev bicivin jî. Wek mînak tu diçe dikanekê tu dizanê kurde tu bi kurdî silav dide dibêje bi nane min neleyize. Naxwazê ku be bihîstin ku ew kurd e. Dema ku baweriyeke bi xwe çebibe dibe ku ev jî be şikandin û ji nû ve li kurdbûna xwe vegerin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzî deh weşanxaneyên kurdî hene û salane sed pirtûkên kurdî tên çapkirin. Ji ber ku kiryarên pirtûkan tune ne jî weşanxane ji aliyê aboriyê ve dikevin tengasiyan. Herwiha li gor weşangeran, toreke taybet ya firotin û belavkirina pirtûkên kurdî jî tuneye û gelek kitêbxaneyên li bajarên Tirkiyeyê naxwazin pirtûkên Kurdî bifroşin. Ev jî dibe egera ku pirtûkên Kurdî dûrî çavan bin û ev rastî bandora xwe li ser kirin û firotina wan jî dike.