Pêşbaziya Kurtefîlman a Zarokên Karker çû serî

Di pêşbaziyê de Kurtefilmê Kurdî yê bi navê "Mij" ku li Diyarbekirê hatiye kişandin xelata sêyemîn wergirt.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Pêşbaziya Kurtefîlman a Weqfa Sabanci ya bi temaya "Zarokên Karker" bi beşdariya Guler Sabanci'ya Seroka Şandeya Mutevelî ya Weqfa Sabancî li Centera Sabanciyê çû serî. Di pêşbaziyê de Kurtefilmê Kurdî yê bi navê "Mij" ku li Diyarbekirê hatiye kişandin xelata sêyemîn wergirt.

Xelatên Pêşbaziya Kurtefîlman ya bi têmaya "Zarokên Karker" ku ji aliyê Weqfa Sabanci ve hate dirûstkirin hatin belavkirin. Merasîma xelatdayînê bi mazuvaniya Seroka Şandeya Mutevelî ya Weqfa Sabanci Guler Sabanci ve çû serî. Sala par ji aliyê Weqfa Sabanci ve li ser mijara "Jinên Penaber" pêşbaziya kurtefîlman hatibû dirûskirin. Di pêşbaziya îsal de, ya li ser "Zarokên Karker" beşdariya pêşbazan hê zêdetir bû. 15 fînalîstên pêşbaziyê ji nava 395 kurtefîlman hatin hilbijartin. Ji nava 15 fînalîstan jî sê fîlmên ku xelat wergirtin ji aliyê Berguzar Korel, Gurcan Keltek, Antonio Saura, Ai Weiwei û Calin Peter Netzer ve hatin diyarkirin. Di destpêka pêşbaziyê de Guyler Sabanci li ser kêşeyên zarokên karker rawestiya û diyar kir divê zarok ne li kargehan li dibistanê bin. 

Seroka Rêveberiya Holdînga Sabanci Guler Sabanci di merasîmê de wiha axivî: "Li dinyayê 168 milyon zarokên karker hene. Li gorî daneyên 2016an ên fermî jî li Tirkiyê 709 hezar zarokên karker hene. Cihê van zarokan dibistane, perwerdehî mafekî mirovî ye û divê em mafê perwerdehiyê yê zarokan biparêzin."   

Di pêşpaziyê de Tolga Özdemirê ku bi kurtefîlmê xwe yê bi navê "Nîlûfer" bu yekemîn xelata xwe ji Guler Sabanci, Şeref Akçayê ku bi fîlmê xwe yê "Çizgiler Arasinda" bu duyemîn xelata xwe ji Zerrîn Koyunsagan'a Midûra Giştî ya Weqfa Sabanci, derhênerên Kurd Mehmet İsmaîl Çeçen û Ramazan Akkuş jî bi filmê xwe yê bi navê Kurdî MIJ ku li Diyarbekirê kişandine, bune sêyemîn û xelata xwe ji Rawêşkarê pêşbaziyê û derhênerê navdar yê li cîhanê Danîs Tanovîç wergirtin.

Derhênerê fîlmê MIJ Mehmet İsmaîl Çeçen ji K24ê re got: "Me ji bo vê pêşbaziyê fîlmekî li ser zarokên ku di sergoyê de kar dikin çêkir. Ne tenê li Tikiyê li cîhanê jî tendûristiya zarokên li ser sergoyan di bin xetereyê de ye. Mebesta me ne xelat bû, eger kesek jî bi saya me jiyana zarokekî rizgar bike bo me bese."

Derhênerê fîlmê MIJ Ramazan Akkuş jî got: "Me bi vî fîlmî xwest bidin nîşan ku hem li Tirkiyê û hem jî li cîhanê sucdar pergale û xewn û xeyalên zarokan serobino dike. Jiyana me hemûyan heye di fîlm de. Dema ez zarok bûm, wek karkerê demsalî min kar dikir. Ji firotina avê heta boyax û karkeriya pembû û bideqan min gelek kar kirine."

Di pêşbaziyê de fîlmê ku bu yekemîn 15, filmê duyemîn 10 û fîlmê ku bû sêyemîn jî 5 hezar lîre xelat wergirtin. Pêşbaziya bi sernavê "Kurtefîlm Lê Bandoreke Dirêj" armanc dike ku ji hêza hûnerê sûdê werdigire da ku karibe di bûyerên civakî de hişyariyekê peyda bike. Ji bo vê yekê jî wê Weqfa Sabanciyê her sal wek kevneşopiyekê vê pêşbaziya kurtefîlmen di bin sernavên ji hev cihê de berdewam bike.