Dildarên Sînemaya Kurdî dixwazin li welatê xwe bipêş bikevin

Şer û pevçûn û rewşa giran a siyasî, li Bakurê Kurdistanê dibe sedem ku gelek xebatên hunerî yan werin rawestandin an jî neyên dîtin. Di vê rewşê de Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hewil dide ku li Bakûrê Kurdistanê hişmendiya sînemaya Kurdî bilind bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şer û pevçûn û rewşa giran a siyasî, li Bakurê Kurdistanê dibe sedem ku gelek xebatên hunerî yan werin rawestandin an jî neyên dîtin. Di vê rewşê de Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hewil dide ku li Bakûrê Kurdistanê hişmendiya sînemaya Kurdî bilind bike.

Li Bakurê Kurdistanê, her çiqas ji bo pêşvebirina sînemaya Kurdî hawireke guncav tunebe jî; çend ciwanên Kurd li hev civiyane û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn damezirandiye. Ev komele ji sala 2012'yan û bi vir ve ye, li Diyarbekirê xizmeta kar û barên sînemayê pêşkêşî sînemahezan dike.

Yek ji damezirînerên komeleyê Çinar Koçgirî ye. Koçgirî amaje dike ku ew xwe di nav sînemaya serbixwe de dibînin û mebesta wan ew e ku li gorî derfetên xwe, ji dildarên sînemaya Kurdî re bibin alîkar û potansiyela sînemaya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê li qada navneteweyî bidin naskirin.

Koçgirî ji K24ê re wiha axivî: "Em her roj li televîzyonê temaşe dikin û derdikevin derve, em behsa vê nakin. Derdê me çi ne, pirsgirêkên me çi ne, em li ser çi nîqaşan dikin, em dixwazin li ser perdeya sînemayê nîşan bidin."

Di Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de xebatên produksiyonê jî tên kirin, kurtefîlm û rêzefîlm tên kişandin û pergala mîhrîcanên fîlman tê çêkirin. Xebatkarê komeleyê Mazlûm Polat di derbarê perspektîfa komeleyê de dide zanîn ku Yilmaz Guney ji bo wan wekî rêberekî girîng e.

Polat dibêje: "Sînemaya Kurdistanê gelek navên serkeftî derxistine; wekî Bahman Gobadî, Hîner Salem û Yilmaz Guney. Em Yilmaz Guney û perspektîfa wî ya sînemageriyê, ji xwe re wekî rênîşê dibînin. Lê mixabin ji tunebûna dewleteke Kurdan,  gelek xebatên serkeftî li ser navê dewletên din tên tomarkirin."

Di Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de wergera pirtûkên li ser sinemaya Kurdî jî tê kirin û berpirsiyarên komeleyê bang dikin ku ew amade ne ji bo dildarên sînemayê bibin alîkar û li ser senaryoyên wan nirxandinan bikin.