Filmê “Yol” yê Yilmaz Gûney di nava klasîkên Cannesê de ye

Filmê “Yol” anku “Rê” yê derhênerê Kurd ê navdar Yilmaz Gûney kCannes u di festîvala filman a Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû îsal di festîvala filman a Cannesê kete nava filmên Klasîk. Filmê “Rê” bi kopiya xwe ya nû ya 35 mîlîmetereyî dê di nav Klasîkên Cannesê de were nîşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Filmê “Yol” anku “Rê” yê derhênerê Kurd ê navdar Yilmaz Gûney ku di festîvala filman a Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû îsal di festîvala filman a Cannesê kete nava filmên Klasîk. Filmê “Rê” bi kopiya xwe ya nû ya 35 mîlîmetereyî dê di nav Klasîkên Cannesê de were nîşandan.

Di Festîvala filman a Cannesê de ku îsal 70emîn care dê were lidarxistin 24 filmên klasîk jî dê werin nîşandan. Yek ji wan filmên ku di nava van 24 filman de tê nîşandan filmê bi navê “Yol” anku “Rê” yê hûnermendê Kurd ê navdar Yilmaz Gûneye ku di sala 1982an de di heman festîvalê de xelata“Palmîyeya Zêrîn” wergirtibû.  

Yilmaz Gûney di sala 1981an de di zindanê de dest bi senaryoya filmî kiribû. Hevjîna derhênerê Kurd Fatoş Gûney, filmê ku wekî yek ji klasîkên Cannesê hatî hilbijartin û serboriya xwe bi Kurdistan 24ê re parvekir.

Hevjîna Yilmaz Gûney Fatoş Güney ji K24ê re wiha axivî: “Fîlmê “Rê” di dîroka sînemayê de yek ji wan filmên şahberhem e . Bi rastî jî li cîhanê gelekî deng veda. Roja Piştî ku di Cannesê de palmiyeya zêrîn wergirt hemû cîhan êşên ku li Tirkiyê hatine kişandin, tiştên ku bi serê Kurdan hatine dîtin. Fîlm, li her derê ku hatî nîşandan deng veda. Anku ez dikarim bêjim ku wan deman hemû cîhan bi saya fîlmê Rê bi Kurdan hesiyan.

Di filmî de ku di şert û mercên kudetayê de hatibû çêkirin û bi salên dirêj li Tirkiyê bo nîşandanê qedexe hatibû ragihandin sehneyeke de navê “Kurdistan” jî bi nivîskî derbas dibû. Lê belê piştî salên dûvedirêj heta ku ew sehne ji filmî hat derxistin û bi vî awayî li Tirkiyê bo vîzyonê destûr hat dayîn.

Fatoş Gûney amaje kir, wê hemû filmên hevjînê xwe wergerandiyê bi zimanê Kurdî jî; lê ew bi gilî û gazine ku li Tirkiyê salonên sînemayê anku qenalên televizyonan van filman na weşînin û herwiha Kurd jî zêde eleqeyê nîşanî filmên Yilmaz Gûney nîşan nadin.  

Halîl Ergûnê ku di filmî de yek ji karakterên sereke yê bi navê Mehmet Salih lîstî derbarê filmê ku li cîhanê deng vedayî de wiha got: “Ew wext gelekî bi kelecan bû. Yılmaz Guney di zindanê de bû. Senaryoya newaze ku wî dinivîsand me jî dikir fîlm. Wê demê ez jî hê nû ji zindanê derketibûm. Me di şert û mercên kudetayê de bi gelek zehmetiyan ev film çêkir. Di jiyana min de cih û wateya vî fîlmî gelekî girînge. Ez gelek şanazim ji ber ku min di vî filmî de list.”

Halîl Ergûnê ku Yilmaz Gûney wekî sînemagerekî mezin yê  xwedî sekneke siyasî û azadî parêz bi nav dike dibêje “xebata di gel Yilmaz Gûneyî hertim mirovî, bi kelecanî dikir.”