Fîlimê çîroka avakirina Kurdistanê li cîhanê tê pîşandan

Fîlim ji derhênana Behmen Qubadî ye, dê li Amerîka jî were pîşandan.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Fîlimê nû yê derhênerê Kurd ê navdar, Behmen Qubadî yê bi navê “Alaya bê welat” amade ye û dê li sîneymayên çendîn welat were pîşandan.

Fîlmê “Alaya bê welat” behsa çîroka du gencên Kurd ên Başûrê Kurdistanê dike, ku bi hêviya avakirina welatê xwe ne.

Herwiha behsa hatina çekdarên DAIŞê yên radîkal bo Başûrê Kurdistanê dike.

Fîlim bi sponseriya Parêzgeha Helwêrê ye, derhênana Behmen Qubadî û berhemanîna kompaniyeya Mij Fîlim e.

Ev du sal bûn ku Qubadî kar li ser derhênana wî fîlimî dikir, niha jî amade ye ji bo ku li holên sînemya yên cîhanî bê nîşandan.

Di detspêka sala 2016an de wê li Amerîka bê pîşandan.