Li Qamişlo Baxçê Xwendinê hat vekirin

Bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û heskerên xwendinê û hin berpirsên Rêveberiya Xweser li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Baxçeyê Xwendinê hate vekirin ku hezkerên xwendinê dikarin li wê deverê bicivin û pirûkan bixwînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û heskerên xwendinê û hin berpirsên Rêveberiya Xweser li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Baxçeyê Xwendinê hate vekirin ku hezkerên xwendinê dikarin li wê deverê bicivin û pirûkan bixwînin.

Bi beşdariya hijmarek ji nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û hezkerên xwendinê û di bin navnîşana “Bi xwendinê civak vejîn dibin” Baxçeyê Xwendinê li bajarê Qamişlo hate vekirin. Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ku xwediyên vê pirojeyê ne, dibêjin ku armanca wan ji vekirina Baxçeyê Xwendinê ew e, tevgera xwendin û rewşenbîriyê li deverê çalak bibe.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mixso li ser vê Baxçê Xwendinê got: “Cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê û cara yekemîne li bajarê Qamişlo baxçeyekî bi rengî tê avakirin. Armanca me ew e, em karibin tevaya nivîskar û rewşenbîran lihev bicivînin ta karibin derd û kulên xwe ji hev re bibêjin û di paşerojê de berhemên wan bighêjine asta pêwist.”

Baxçeyê Xwendinê ku li nêzîkî cihê teqîna taxa xerbî ya bajarê Qamişlo dikeve, bi peykerê çar rewşnbîrên Kurdistanê yên navdar ên wek Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mûsa Enter û Şêrko Bêkes hatiye xemilandin. Rewşenbîrên beşdar kêfxweşiya xwe nîşan dan û vekirina vî baxçeyî bi gaveke serkeftî nirxandin.

Lêkolîner û nivîskar Xalis Misewer ji K24ê re got: “Rewşenbîr çavên miletan e, eger ew bipêş nekevin, nikarin miletê xwe bipêş bixin. Ev baxçe hate vekirin ku rewşenbîr keda xwe pêşkêşî gel bike û bi vê yekê jiyana wan jî xweş dike.”

Nivîskar û helbestvan Salihê Heydo dibêje: “Ev baxçe dê bibe mîna kafê û korbendekê ku rewşenbîr û xwendevan lihev bicivin û bi hesanî danûstandinan bi hev re bikin û hevnasîn û heskirina wan ji hev re pirtir bibe.”

Di nava baxçe de pirtûkxaneyek hatiye avakirin û hijmarek ji pirtûkên curbecur tê de cihê xwe digrin û ji ber wê jî hezkerên xwendinê dikarin seredana Baxçeyê Xwendinê bikin û ligel vexwarina çay û qehwê dikarin pirtûkan bixwînin.