Çanda Bûka Baranê, ji bo barîna baranê

Li Rojavayê Kurdistanê ta niha baran nebariye û di salên weha de, zarok Bûkê Baranê çê dikin û xelkên deverê jî zêwan li dar dixin, bi hêviya ku xwedayê mezin duayên wan qebûl bike û baranê bibarîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Tirbesipiyê

Li Rojavayê Kurdistanê ta niha baran nebariye û di salên weha de, zarok Bûkê Baranê çê dikin û xelkên deverê jî zêwan li dar dixin, bi hêviya ku xwedayê mezin duayên wan qebûl bike û baranê bibarîne.

Ev dîmen ne leystokeke zarokan e, belê Bûka Baranê ye ku di salên nebarîna baranê de, zarok bûkekê bi vî awayê çê dikin û bi duayan li malên gundiyan digerin. Ji aliyê xwe ve her malek ji gundiyan xelatekê diyarî zarokan dike, wek savar, nîsk, mêwe û pere û carcaran avê jî li Bûka Baranê û zarokan dikin.

Piştî gera zarokan ligel Bûka Baranê bi dawî dibe, her malek li gorî karînên xwe cureyekê xwarinê li deverekê kom dikin da ku zarok bixwin û paşê dua bikin.

Zaroka bi navê Sîma dibêje: “Her malek xwarinekê amade dike û piştî em dixwin,em weha dua dikin. Me ji xwedê baran divê, av bide ser dexlêyo, golikê me geya divê,sofiyê me zika divê.”

Zeroka bi navê Semîra jî dibêje: “Kesên temen mezin ji me re dibêjin werin xwarina zêwê bixwin, em jî Bûka Baranê çê dikin û paşê em dua dikin da ku xwedê baranê bibarîne.”

Xelkên vî gundî dibêjin ku ne tenê di salên ziwabûnê de zêwan çê dikin, lê belê bûye mîna nerîtekî ku ji bav û kalan wergirtine û li gorî çîrokên berê dema bobelatên mezin yan jî hin nexweşiyên giran mîna xurî, sorik û kulêra belav di bû xelkê zêw çêdikirin û ji ber wilo jî salane li vî gundî 4 zêw têne li darxistin.

Melayê mizgeftê Ehmed Esed got: “Ji beriya sed salî ve em zêwê çêdikin, ji ber bobelatan û ji ber baranê jî em zarokan kom dikin, çimkî zarok bê guneh in û em hêvî dikin ku xwedan duayên wan qebûl bike û baranekê bibarîne.”

Ji bilî çêkirina Bûka Baranê û lidarxistina zêwê, carcaran xelkên hin gundan li talanê gundekî cîran dixistin û pez û sewalên wî gundî çend rojan li ba xwe di hiştin, paşê samanên xelkê li wan vedigerandin.