Dengbêjên Mûşê: Dewletbûn bo me watedar e

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li nava dengbêjên Bakûrê Kurdistanê jî kelecanek peyda kir ku dengbêjên Mûşê amaje dikin ku dewletbûna Kurdistanê herî gelek ji bo dengbêjan watedar e.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li nava dengbêjên Bakûrê Kurdistanê jî kelecanek peyda kir ku dengbêjên Mûşê amaje dikin ku dewletbûna Kurdistanê herî gelek ji bo dengbêjan watedar e.

Hêmaneke xurt a dengbêjiyê jî mijarên neteweyî ne. Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî ji ber vê yeke di nava dengbêjên Bakûrê Kurdistanê de bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Dengbêjên Gimgim a Mûşê Dengbêj Silhedîn û Fexredîn ku bira ne u di heman demê de jî cêwik in amaje dikin ku biryara referanduma Serxwebûna Kurdistanê  ji bo wan dîrokî û watedar e.

Dengbêj Silhedîn ji K24ê re wiha axivî: “Ev tişt şabûna me ye, azadiya me ye, em ji bine zilmê xilas dibin. Ev ji bo me wek cejnê ye û hemû dengbêj bi vê yeke keyfxweş dibin. Ez bi xwe jî gelek keyfxweş bûm.”

Dengbêj Fexredîn dide zanîn ku wan bi salan kilamên dengbêjiyê yên gelerî û yên dengbêjên beriya xwe digotin; lê wan çawa biryara Referandûmê bihîstiye demildest li ser vê mijara dîrokî kilam afirandine.

Dengbêj Fexredîn jî dibêje: “Dengbêjî windanebûna dîroka Kurdistanê ye. Di îlonê de jî buyereke girîng diqewime. Bi vê yeke hemû Kurdistan dibe yek.”

Dengbêjên Gimgimê tînin ziman ku bi salan di dengbêjiyê de behsa êş û azarên kurdan hatine kirin ku sedema van êşan bi piranî bêdewletî bu û niha jî ji berk u dermankirina van êş û azaran nêzîk dibe ew gelek bi kelecan in.