Li Sine Konferansek li ser "Kurd û Çanda Gelan" tê sazkirin

Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê konferanseke bi navê ‘Kurd, Nasname û Wêjeya Kurdî û Çanda Gelan' saz dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê konferanseke bi navê ‘Kurd, Nasname û Wêjeya Kurdî û Çanda Gelan' saz dike.

Serokê Navenda Kurdolojiyê ya Zanîngeha Kurdistan Umêd Qadirzade eşkere kir ku dê konferansekê li ser Kurd, çanda Kurdî, nasnameya Kurdî û herwiha Kurd di edebiyatên Erebî û Farsî û herêmê de saz bikin. Umêd Qadirzade ji malpera ÎSNAyê re ragihand ku konferans dê roja 15ê Sibata îsal were sazkirin û navê wê jî ‘Kurd û Çanda Gelan' e.

Qadirzade da zanîn ku konferans dê bi du panêlan birêve biçe; di panêla yekem de dê behsa çand û nasnameya Kurdî di edebiyata gelên din de were kirin, di panêla din de jî dê behsa pênaseyên çand, nasname û şexsiyeta Kurd di edebiyata Kurdî de were kirin.

Li gorî agahiyên Qadirzade, panêlîstin konferansê ji van kesan pêk tên: Dr. Bextiyar Secadî, Dr. Seyîd Ehmed Parsa, Dr. Hesen Serbaz, Dr. Necmedîn Cebarî, Dr. Hadî Rizwan, Dr. Ebdullah Resûlnejad û Dr. Rehman Weysî.